12 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku ji 11 ta 15’ê Tîrmehê li Efrînê di çalakiyan de 12 dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bîlançoya çalakiyên xwe yên rojên dawî yên li Efrînê eşkere kir. Li gorî vê yekê, 9 eskerên Tirk û 3 çeteyên wê hatin kuştin. Ji eskerên kuştî, 3 payebilind in.

Di daxuyaniyê de YPG’ê ragihand ku ji 11 ta 15’ê Tîrmehê hêzên wan li Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete hin çalakî pêk anîne. Û li ser hejmara kuştiyan got, ”Di çalakiyan de herî kêm 9 esker û 3 çete hatin kuştin.

11’ê Tîrmehê hêzên me li ser rêya li gundê Basilê yê navçeya Şera ya Efrînê li dijî wesayiteke eskerî çalakiya sabotajê kir. Di çalakiyê de 8 esker hatin kuştin ku yek ji wan sitvan e, 2 jî serpel.”

Wesayît kirin hedef

YPG’ê eşkere kir ku hêzên wan roja 13’ê Tîrmehê li dijî wesayiteke eskerî ya ku eskerên Tirk û çeteyên koma Firqat Hemze tê de bûn, çalakiyeke xurt kiriye. Û wiha pê de çû: ”Çalakî li derdora gundê Kîmarê pêk hat û di encame de eskerek û 2 çete hatin kuştin, eskerek jî birîndar bû.

14’ê Tîrmehê hêzên me li wesayiteke eskerî ya koma çete ya bi navê al-Basrawî da. Di çalakiyê de 4 çete bi giranî birîndar bûn.

15’e Tîrmehê hêzên me kemîn danîn ber wesayiteke çeteyan ku yek ji serçeteyên koma Feylaq El Şam Mûhammed Ebû Ahmed tê de bû. Çalakî li cihekî navbera navenda bajarê Efrînê û gundê Qitmê pêk hat. Di çalakiya sevkaniyê de serçete hate kuştin.

Hejmara kuştiyan zêde dibe

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi çalakiyên dawî re hejmara eskerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê hatin kuştin, gihişt 2.527’an.”

EFRÎN

Yazarın diğer yazıları

    None Found