120 kîlometroyan çalakî

Ciwanên Kurdistanî û înternasyonalîst, doh meşa xwe ya dirêj a 5 rojan li Monchengladbachê bi dawî kir. Ciwan qederê 120 kîlometroyan meşiyan û peyama “Heta azadbûna fizîkî ya rêbertiya me, em ê çalakiyên xwe dewam bikin.”

Meşa dirêj a ciwanan bi dirûşima “Bi rêbertiyê re bimeşe, faşîzmê têk bibe!” 9´ê Îlonê li bajarê Elmanyayê Bonnê dest pê kir û doh piştî pênc rojan li Mönchengladbachê bi dawî bû.

Di nava meşvanan de Lorîn a 13 salî jî heye. Lorîn ev cara sisiyan e ku beşdarî meşê dibe. Lorîn gazinan ji provokasyonan bike jî biryardar e: “Di vê meşê de jî destwerdan hebû, lê me meşa xwe bi coşa xwe bire serî.”

MONCHENGLADBACH

Yazarın diğer yazıları

    None Found