150 saliya Gomidas

Li bajarê Tirkiyeyê Stenbolê 150. rojbûna bestekar û mûzîkologê Ermenî, Gomidas bi konserekê hat pîrozkirin.

Konsera bi navê “dengê sibeha ronî” li Hola Konseran a Cemal Reşit Reyî bi rê ve çû. Konser bi hevkarîya Anadolu Kültür, Kalan Muzik û Maxim Gorki Theaterê hat organîzekirin.

Di konserê de van kes û koman berhemên xwe yên muzîkê pêşkêş kirin: Aynur Doğan, Ertan Tekin, Iklîm Tamkan, Karatzayn Quartet, Kevork Tavityan, Levon Eroyan, Lusavoriç, Sevana Tchakerian, Pervin Chakar, Şevval Sam, Vomank, Yerkaran, GOGHT, Ara Dinkjian û Zulal Trio.

Tilbe Saranê pêşkêşkariya bernameyê kir. Dema ku Saranê dest bi axaftinê kir, wêneyê karsazê girtî, Osman Kavalayî hat nîşandan. Osman Kaval û 15 kesên din doh ji ber Doza Gezîyê hatin dadkirin. 

 STENBOL

Yazarın diğer yazıları

    None Found