19 ê Tîrmehê; Şoreşa ku çarenûsa wê jinan guhertin!

Gelawêj Ewrîn

Îro 19 ê Tîrmehê ye. Şoreşa li Rojavayê Kurdistanê dikeve sala xwe ya 7 an. Ji bo cara yekê Kurd li kêleka şerê li ser dihat tehmîlkirin, bû xwedî sîstemekê jî. Di salên berê de bi taybet di 200 salên dawî de ya li ser Kurdan hatiye ferzkirin ew bûye ku tenê bibin leşkerên hinekan û xizmetê ji berjewendiyên wan ên siyasî û leşkerî re bikin. Ti caran hebûnek siyasî ji bo Kurdan nehatiye pejirandin. Kurd nebûye xwedî fikir û felsefeyek jiyanê. Sîstem ti caran ne ya wê bixwe bûye. Ger rêveberiyek wê hebûya jî, yan ji aliyê hinek kesên din ve dihat birêvebirin, yan jî sîstemek siyasî ya ku têra birêvebirina civakê bikira nebû. Mijar tenê hebûnek siyasî yan jî avakirina hikûmetekê nîne bêguman. Kurdan gelek hikûmet jî çêkirine, lê ya divê em her tim bînin bîra xwe û vê cêwaziyê bibînin, hebûna nasnameyek fikrî, felsefîk û îdeolojîk e. Şoreşa 19 ê Tîrmehê ev kir.

Niha li ser erdê Sûriyê şerek giran heye û hêjî didome. Her kes şer dike û dawa pariyek nan û bihostek ax dike. Gelên li ser vê erdnîgariyê çi dixwazin ji bo hêzên derve û hêzên paşverû yên herêmê ne girînge. Ji bo wan a girîng ew e ku di bedêla çi dibe bila bibe, ew jî bibin xwediyê Sûriyê. Jixwe mijûlkirina vê herêmê bi şer re û li pey re jî hukmê xwe li ser ferzkirin, plan û siyaseta bingehîn a hêzên derve ye. Di çavê wan de Kurd yan jî her netewek din ên ku xwediyê vê erdê ne, ji bilî mirin û nokertîkirin, hêjayî tiştek din nînin.

Dibe ku di dîroka demokrasiya gelan de şoreşa Rojavayê Kurdistanê yekemîn be. Ji ber ya tê ferzkirin, kuştin, talan, koçberî, êş û azar in. Lê belê cêwaziya di warê fikrî û felsefîk de hişt ku gelek hewldanên bi vî rengî pûç bibin.

Yek ji cêwaziya herî esasî ya şoreşa Rojavayê Kurdistanê, rewşa jinê, girîngî dayîn bi tevlîbûna jinan di warê siyasî, civakî û gelek qadên din de ye. Ev rewşeke nû ye ji bo gelên Rojhilata Navîn. Jinên Rojhilata Navîn li gel astengî û berbestên di warê civakî û bi taybet di warê sîstemên siyasî de, her dem xwedî seknek hêja bûne. Li gel ku koletiyek kûr li ser hatiye ferzkirin lê her tim li jiyanek din û li azadiya xwe geriyaye. Ji bo cara yekê di şerek wer dijwar de ku bi hovane êrîşî hemû civakê hatiye kirin, jinan çarenûsa vî şerî diyar kirine. Li kêlekê nemane, xwe ji însafa mêr re nehiştine û girî, êş û bêçareyî danîne aliyekê. Şoreşa 19 ê Tîrmehê ew şoreşe ku çarenûsa wê jinan bi şer, siyaset û felsefeya xwe ya jiyanê guhertin. Ji bo cara yekê jinan ji bo xwe şer kirin, ji bo wateya ku didin jiyanê, ji bo ya dixwazin şer kirin. Di bin siya gotinên mêr de şerê azadiya xwe nekirin, di bin sulteya zihnî ya mêr de têkoşîna hebûnê nekirin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jin gihande asta ku hêjaye û îspat kir ku jiyana bi dil, mêjî û ruhê jinê were hûnandin, gelekî cêwaz e.

Îro şoreş gihiştiye astekê. Kêmahî û nebesiyên wê jî hene, ji ber sîstemek nû ye û ji bo cara yekê gelek tişt tên ceribadin. Jixwe em dizanin şer jî berdewam e û bi zanebûn destûr nayê dayîn ku ev sîstem xwe ava bike. Lê guhertinên civakî bi tevahî li ser asta guhertina jinan çêbûye û çêdibe. Hinek kes bi taybet hêzên pergala kapîtalîzm ku li ser koletiya jinê xwe avakiriye û mezin bûye, ji vê rewşê gelekî nerazî ye. Ji bo wan jin ji metayek kirîn û firotinê ne tiştek e. Ji bo wê jî ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê heta niha hewl didin, hebûna jinan a li Rojava wek amûrek reklamê ji bo xwe bikar bînin, cewhera wê vala bikin û ji armanca wê ya esasî şaş bikin. Bêguman ev nêzîkatî û helwestek îdeolojîk e ji ber hebûna jin a di vê astê de di heman demê de darbeyek herî mezin ji îdeolojiya wan a lîberal re ye. Her ku asta zanebûna jinê bilind bibe, ewqasî pirsgirêkên civakî tên çareserkirin, civak demokratîk dibe. Ji bo wan civakek zane ne di planê de ye, divê civak ji hev bikeve, nezan bimîne, ji bo bikarin hukmê xwe li ser bimeşînin. Lê nifşên nû êdî bi fikira cinsiyetparêz mezin nabin, di rewşekê ku pargala desthilatdar xwe li ser cinsiyetparêziyê mezin kiriye.

Jinên Kurd pêşengî ji vê şoreşê re kirine, di wextekê ku gelê Kurd hêjî di bin xeteriya qirkirinê de ye. Hebûn û tinebûna wan dibe mijara nîqaşê. Asta jina Kurd gihiştiye yan jî bigihêjê wê vê xetereyê jî ji holê rake, yan jî pêşî lê bigire. Yek ji pêşketinên herî girîng ên ku jina Kurd bi pêşketina xwe re afirand û cihan jê şaş ma, asta guhertina jinên ji netewên din bi taybet jinên Ereb bû. Ez bawerim wêne û dîmenên jinan ên ku çarşevên xwe di nava kolanan de şewitandin, di bîra me her kesê de ye. şewitandina çarşevê mijarek wisa ji rêzê nîne, kevneşopiyek xwedî bingehek dîrokî ye ku jinan ji ber wê êşên gelekî mezin kişandine. Di bin navê ol de koletiya herî rezîl li ser jinê hatiye ferzkirin. Ev guhertin tenê guhertinek şematîk nîne bêguman, jinên Ereb bi wêrekî çarenûsa xwe guherandin. Şoreşa 19 ê Tîrmehê bawerî û cesaret da van jinan ku ewqasî ber bi pêşketinên radîkal ve gav bavêjin.

Her rêber û fîlozofek yan jî pêşengek xwedî şahkarekî ye. Bi baweriya min şahkara herî mezin a Rêber Apo jî, Pêşxistina şoreşa Jin di Rojhilata Navîn de bû. Ji bo mirov li ser vê erdê şoreşek wiha bike, divê xwedî felsefeyek gelekî mezin, têr û tije be. Ji ber li Rojhilata Navîn yan jî li gel mirovên Rojhilatî êdî felsefeya jiyanê diguhere. Şêwazê jiyanê tê guhertin. Ev berhema herî hêja ya dîrokê ye ku divê were parastin, têkoşîna wê were xurtkirin û di nêvî de neyê hiştin. Li gel hemû êrîşan jî divê felsefeya vê şoreşê, bingeha vê şoreşê ango birêxistinkirin û avakirina sîstema jin li pêş her tiştekî de be. Ger jinan xwe ava kirin, wê demê wê sîstema demokratîk a em behsa wê dikin, jî mayînde bibe. Wê bikare bi hêza ruhî û felsefîk a jinê xwe ji gelek êrîşan jî biparêze. Divê şoreşa 19 ê Tîrmehê wisa were famkirin û pêşxistin.

Yazarın diğer yazıları