Dewleta Tirk xitimî ye

Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mazlûm Ebdî : “Efrîn komployeke navneteweyî bû. Rewşeke taybet bû. Hêzên navneteweyî yên li aliyê Rojavayê Firatê û hêzên herêmî li ser Efrînê li hev kiribûn.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî li ser pirs û mijarên rojevê peyivî. Mazlûm Ebdî got, dagirkirina Efrînê komployeke navneteweyî bû û derhaqa Efrînê de wiha xeber da: “Politikayên Tirkiye li Sûriyeyê têk çûn, erê Efrîn dagir kirine lê ew nayê wê wateyê ku ew bi ser ketine. Em kengî bixwazin dikarin Efrînê şûnde bigirin, ew qeweta me heye lê hê me biryara vê yekê nedaye.”

Her wiha Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mazlûm Ebdî bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan jî gotibû li Sûriye û Tirkiyeyê xitimînek heye.

Tirkiye alikî li ser Başûr operasyonan dide destpêkirin, hêzên xwe yên eskerî li ser sînorê Rojava zêde dike. Bi Emerîka jî bazaran dike. Li gel ewqas hesab û pîlanan Ocalan stratejiya rêya seyêmîn bi bîr xist. Balk kişand ser hesasiyetên Tirkiyeyê û pêşniyaza muzakereyên bi rejîma Sûriyeyê re kir. We ew peyama wî çawa fêhm kir çawa şîrove kir?

Berî her tiştî wek Serok Apo gotî, li Sûriye û Tirkiyeyê xitimîneke mezin heye.

Ew xitimîneke çawa ye, hûn dikarin hinekî qala wê bikin?

Gava li Sûriyeyê şer qewimî, stratejiyeke Tirkiyeyê hebû, li gorî me ew stratejiya wan bi ser neket, û têk çû. Heta Efrîn jî ne serketineke bo wan. Sala 2011´an Tirkiyê xwest  bi hin hêzan û Kurdan re li ser erdê bibe serwer, lê bi ser neketin. 2012 û 2013´an bi Artêşa Azad a Sûriyeyê xwestin mudaxeleyî me bikin lê bi ser neketin. 2013 û 2104´an ji Dêrikê heta Efrînê bi destê El-Nusra û El-Kaîde êrîşeke mezin anîn ser me, me bera wan da û me hêza xwe jî mezintir kir.  Jixwe herî dawî jî bi destê DAIŞ´ê xwestin Kobanê ji me bistînin û me çi kir me jî bi hevkariya Koalîsyonê DAIŞ ji Dêra Zorê jî qewitand. Ew giş têkçûnên Tirkiyeyê ne.

Bes ketin Efrînê?

Ketina Efrînê bo Tirkiyeyê ne serketinek e. Mirov ger tenê meselê bi Efrînê re bifikire, wê fêhm bike ku binketin e. Fena Erdogan gotî, ger ji Efrînê dest pê kiriba û ji Dêrikê derketibana, hingî mirov dikarîbû bigota serketine. Bi tenê mayîna wan a Efrînê jî ji bo wan tehlûyeke mezin e. “

Çawa yanî?

Em kengî bixwazin dikarin Efrînê şûnde bistînin. Qeweta me ji bo vê yekê heye. Lê me hê biryara wê nedaye.

Nexwe hûn çima nadin destpêkirin?

Ji ber ku mesele tenê bi Efrînê ne bi sînor e. Mesela me bi Tirkiyeyê re ne Efrîn e. Ez niha hûrûkûr bi vê meseleyê danakevim. Erdogan bi xwe biryar da. Qaşo ji Efrînê biketana, di pey re Şehba, Minbic û Rojhilata Firatê jî wê bistendana. Lê nekarîn. Bi ya min bi xwe jî dizanin ew yek êdî ne mimkun e.

Jixwe ne hêzên navneteweyî ne jî hêzên me yên eskerî rê nade wan ji bo hereketeke ji Efrênî heta Dêrikê. Li wir jî xitimî ne.

Ocalan jî behsa wê xitimînê kiribû?

Bi ya min li ser vê meselê pêwistî bi fikrên Serok Apo hene. Bi Emerîka re dixwazin li hev bikin, lê em dibînin di çi halî de ne. Jixwe Serok Apo got “Ez dikarim vê meselê çareser bikim. Dikarim bi rola xwe rabim.

Li wir qest û mebesta wî ne tenê Sûriye ye. Em jî bi fikrên wî re ne. Ger bi navbeynkariya Emerîka bixwazin vê melê çareser bikin, wê çareser bibe. Me derheq wê de fikra xwe gotiye, daxuyanî daye. Niqaşên Serok Apo jî hene li ser wan mijaran. Serok Apo ji bo çareserkirina meseleyan qala hesasiyetên Tiriyeyê jî kir. Jixwe ji daxuyaniya wî ya “Bila QSD li dijî Tirkiyeyê şîdetê bi kar neyîne” mirov fêhm dike ku aligirê çareseriyek e. Em jî vê erenî dibînin û me vê fikra xwe jî deklare kir.    

      

We got, ger em bixwazin em dikarin Tirkiyeyê ji Efrînê derxin, Madem kapasîteya we hebû, hûn çima ji Efrînê vekişiyan?

Efrîn komployeke navneteweyî bû. Rewşeke taybet bû. Hêzên navneteweyî yên li aliyê Rojavayê Firatê û hêzên herêmî li ser Efrînê li hev kiribûn. Li gorî peymanên Soçî û Astana,  Efrîn, li beramberî Hama, Humus, Şam û Dêra zor hatibû dayîn. Xeriteya wê jî çêkiribûn. Me ev yek dizanî. Ji sedî 70 Sûriyeyê di destê hêzên çekdar de bû. Li beramberî vê Efrîn dan.

Di destpêka Astanayê de li hev kiribûn?

Erê di wan deman de çêbû. Giş di nav meselê de bûn. Paşê me mêze kir komployeke navneteweyî ye.   

Emerîka jî di nav de bû?

Emerîka û Fransa endîrekt di nav de bûn. Bêdeng man. Xerîteyeke mezin hebû. Heta kû derê wê dagir bikin kifş kiribûn. Hefteyên pêşî me li ber xwe da. Liberxwedaneke mezin çêbû. Me 1500 şehîd di vî şerî de da. Me mêze kir em 2 hezar jî , 3 hezar jî, 5 hezar jî şehîd bidin ew xerîte wê pêk were. Me jî hêza xwe vekişand.

Emerîka teklîfa “Vekişin” li we kir?

Naxêr. Gotine me, ji bo Efrînê em nikarin tiştekî bikin û em nikarin xwe bixin nav meselê.

Hûn bi Emerîka re jî bi Rûsyayê re jî politikayeke hevseng dimeşand. Bi ketina we ya Reqqa û Dêra Zorê, ew hevsengî xera bû. Niha pêwendiyên we bi Rûsya re çawa ne?

Rûsya li aliyê rejîmê disekine. Berjewendiyên rejîmê çi bivê, vê dike. Ji ber vê yekê ew tişt hat serê Efrînê. Li beramberî deverên din bidin rejîmê, Efrîn dan. Loma jî pêwendiyên me derbeke mezin xwar. Ji ber ku meseleyeke mezin bû. Di dema vekişînê de jî gelek diyalogên me çêbûn. Hingî jî ne dirûst bûn. Hevalên me çûn Moskowê, bi wan re hevdîtin pêk anîn. Bes ti niyeteke wan  a çareseriyê tunebû. Di mesela Efrînê de hê jî wilo ne. Helwesta wan hê jî neguheriye. Pişta Tirkiyeyê digirin. Li Şehba û Til Rifat jî pişta Tirkiyeyê digirin. Seba wan tiştan jî pêwendiyên me ne baş in. Lê dawiya dawî Rûsya hêzek e. Di diyarkirina siberoja Sûriyeyê de rolên wan jî wê hebin. Em jî dizanin, li Sûriyeyê bê Rûsya çareserî çênabe. Loma jî pêwendiyên me hene.

Rûsya çi teklîfî we dike?             

Tiştên datîne ber me, ji yên rejîmê ne cudatir û pêşketîtir in. Belkî şiklên wan cihê bin lê cewherên wan eynî ne. Ne mimkun e em wan qebûl bikin.

Hebûna Emerîka li Sûriyeyê ne asteng e ji bo çareseriyeke di navbera we û Şamê de?

Pirsgirêk di navbera me û Şamê de ye. Emerîka ne terefeke vî karî ye. Lihevkirineke navneteweyî tune. Em naxwazin dewleteke bi serê xwe jî ava bikin. Emerîka dibêje, rejîma Sûriyeyê halî hazir ne nêzî çareseriyê ye. Xeberê wan e jî. Me ji 2011´an heta niha têkiliya xwe bi rejîmê re qut nekir. Têkiliyên me hene, bes heta niha em negihiştine qonaxeke çareseriyê. Ger gaveke erênî bavêjin, em ê jî bersiveke erênî bidin.

Em wer jî pirs bikin, gelo hebûna Emerîkayê  li Sûriyeyê ji bo çareseriyeke mayînde ne asteng e?

Ez eksê wê difikirim. Hebûna Emerîka li wir ne hetaheta ye. Lihevkirineke navneteweyî jî tune. Hebûna wê ya niha ji bo tinekirina DAIŞ´ê ye. Ew ê jî hê bidome. Heta DAIŞ hebe wê lihevkirina me bidome. Divê rejîm vê fêhm bike, ew îş bi zorê nabe, heta hêzên navneteweyî li wir bin, mesele hê dirêjtir be.

Gava Emerîka got “Emê ji Sûriyeyê vekişin” rejîm propagandayek halo kir “Birêvebiriya Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ji me alikarî xwestiye.” Ew ne rast e. A rast, rejîm hate cem me û gote me “Wa Emerîka diçe, bila Tirkiye nekeve em bikevin” Rûsya û rejîm bi hev re ketin dewrê û gotin “Bila fena Efrînê li wan deran neyê. Em werin, em li hev bikin” Belê hingî diyalogeke me çêbû, lê ne ji alî me ji alî wan teklîf hat. Me negotiye kesî, îlleh li wir bimînin. Lê em dibêjin heta çareseriyeke siyasî bimînin. Feyda wê heye. Em dibêjin, heya em bi Şamê re li hev bikin, li wir bin.    

ERDAL ER / QAMIŞLO

Yazarın diğer yazıları

    None Found