25 kes kuştin û îfade nedan

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, dema 7 qedexeyên derketina kolanan ên di navbera 1’ê Cotmeha 2015’an û 14’ê Adara 2016’an de, bi gullebarandina hêzên leşkerî, maşîneyên zirxî û sekteya dil 25 kes hatin kuştin. Der barê kuştina 25 sivîlan de, lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê di çarçoveya dosyayê de heya niha tu pêşketin çênebûye û giliyên têkildarî kuştinan jî, hemû bê encam man.

Di çarçoveya lêpirsînê de, îfadeyên gelek şahidan hatin girtin û şahidên îfade dane hemûyan jî, gotine sedama kuştina mirovan hêzên leşkerî û polîsan in. Lê di lêpirsîna heya roja îro de, îfadeya rayedarekê leşkerî û polîsan nehatiye girtin. Ji ber vê yekê fikara ku dosye bi demê re ser bê girtin heye.

MA/MÊRDÎN

Yazarın diğer yazıları

    None Found