3 hezar Êzîdî hêj winda ne

Di pêngavên YPJ/YPG û QSD`ê de 3 hezar û 451 jin û mêrên Êzdî ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin. Ji wan hezar û 178 jin, 337 mêr, hezar û 10 zarokên keç, 926 zarokên kur in. Qederê 3 hezar kesan jî hîna winda ne.

Di ser fermana 3´yê Tebaxa 2014´an re sal derbas bûn. Lê heta niha 3 hezar Êzdiyên ku pirraniya wan jin û zarok in, hîna jî winda ne. 2 hezar û 651 zarok ji ber êrişên çeteyên DAIŞ`ê sêwî man. Mala Êzdiyan a Herêma Cizîrê heta niha 491 kesên ku ji aliyê hêzên QSD´ê ve hatine rizgarkirin, teslîmî Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê kirine.

Hejmara şêniyên Şengalê beriya êrişên çeteyên DAIŞ`ê nêzî 420 hezaran bû. Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê 3`yê Tebaxa 2014`an êrişî navçeya Şengalê kir û pêşmergeyên PDK’ê parastina wan nekir, bi hezaran şêniyên Şengalê hatin kuştin. Zêdetirî 6 hezar kesî hatin revandin û jiyana zêdetirî 350 hezar kesî jî bi xeterê re rû bi rû ma.6 hezar û 417 kes hatin revandin, ji wan 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 mêr in.

360 hezar Êzdî koçber bûn

Li gorî çavkaniyên peywendîdar, zêdetirî 360 hezar Êzdiyî ji ber êrişên çeteyên DAIŞ`ê ji Şengalê koçber bûne. Rêveberiya Xweser a Demokratîk kampên taybet mîna Kampa Newroz li herêma Dêrikê ya herêma Cizîrê vekir û nêzî 125 hezar koçber pêşwazî kirin. Her wiha bi hezaran koçberan berê xwe da gund, bajarok, navçe û bajarên herêmên din ên mîna Tirbespiyê, Amûdê, Serêkaniyê û Hesekê. Gelekan ji wan jî berê xwe da Başûrê Kurdistanê û hin jî li kampan di nava zahmetiyan dijîn. Bi hezaran jî berê xwe dan Ewrûpayê.

Li Şengalê 80 gorên komî

Di rojên destpêkê yên êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser Şengalê de hezar û 293 kes hatin kuştin û bi awayekî hovane di gorên komî de hatin veşartin. Ew gor ji aliyê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Hêzên Parastina Gel (HPG) ve di pêngava rizgarkirina Şengalê de ji çeteyên DAIŞ`ê de hatin dîtin. Li gorî rêveberiya Şengalê heta niha 80 gorên komî li herêmên Şengalê hatine dîtin.

2 hezar û 561 zarok sêwî man

Ji ber êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî Şengalê 2 hezar û 561 zarok sêwî man. Hezar û 759 zarok ji bê bav, 407 zarok jî bê dayik û 395 zarok jî bê dê û bav man. Di pêngavên YPJ/YPG û QSD`ê de bi sedan Êzdî hatin rizgarkirin. Li gorî aliyên peywendîdar 3 hezar û 451 jin û mêrên Êzdî ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin. Ji wan hezar û 178 jin, 337 mêr, hezar û 10 zarokên keç, 926 zarokên kur in. Her wiha çarenûsa 2 hezar û 966 kesan heta niha ne diyar e. Mala Êzdiyan a Herêma Cizîrê, 491 Êzdî ku pirraniya wan jin û zarok bûn, teslîmî Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found