6 meh û 300 hezar penaber

Di 6 mehên pêşî yên sala 2019’an de 300 hezar penaber derbasi welatên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) bûn. Ev jî Bruksel û paytextên din dixe nava fikaran.

Li gorî daneyên Ajansa Penaberan a EASO ya YE´yê hejmara tam a koçberên çûne YE´yê bi giştî 305 hezar e. Di raporê de hat diyar kirin ku hêjmara penaberan li gorî sala 2018’an 10 qatan zêde bûye. Zêdebûna penaberan paytextên welatên Ewropa xiste nava fikaran.

Di nava welatan de herî zêde penaberan koçî Elmanyayê kir. Li gorî rojnameya Elman Die Weltê, ji meha Çile heta Hezîranê bi giştî 100 hezar 233 penaberan xwe avêt tar û bextê Elmanyayê.

BERLÎN 

Yazarın diğer yazıları

    None Found