700 hezar geştiyar çûn Soran

Herêma Soran û Balekayetî yên ser bi parêzgeha Hewlêrê gelek cihên geştiyarî hene. Ev cihên geştiyarî ji ber xwezaya xwe ya xweş bûye yek ji cihên herî zêde geştiyar berê xwe didinê. Rêveberê Geşt û Guzara Soran Barzan Mihemed li ser hatina geştiyaran ya ji bo devera Soran axivî û got; “Îsal zêdetirî 700 hezar geştiyaran serdana devera Soran kirine. Em li bendê ne heya dawiya salê ev jimar bigihe yek milyon geştiyarî. Li gora sala borî ev rêje ji sedî 25 zêdetir bûye.” Barzan Mihemed sedemê zêde hatina geştiyaran bi biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê ve girêda ku biryarek di 1’ê Îlonê de derxistin ji bo êdî li xalên kontrolê yên Kerkûkê 10 hezar dînar ji geştiyarên başûr û naverasta Iraqê neyê girtin.

ROJNEWS/SORAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found