72 leşker û çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) hurguliyên çalakiyên şervanên xwe yên ji 1’ê Tebaxê heya 10’ê Tebaxê, li dijî dagirkeriya Tirk a li Efrînê eşkere kir. Di encama çalakiyên şervanên HRE’ê de 72 çete û leşkerên dagirker hatine kuştin.

Detay û hûrguliyên çalakiyên HRE´yê weha ne;

“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirine, bê rêzik û pîvan, her xirabiyê li Efrînê dike.

Yekgirtina gelê me yê welatparêz û ciwanên me ku îro li derdora berxwedana me pêk anîne, îro şerê me yê li dijî dagirkeriyê veguherandiye çalakiyên bi bandor. Ev şer wê mezin bibe û dawî li dagirkerên li Efrînê bîne. Çalakiyên me yên di deh rojên borî de bû îspata vê rastiyê ya herî ber bi çav.

Kuştiyên dagirkeran 10 jê esker in

Di vê çarçoveyê de em encamên van çalakiyan bi raya giştî re parve dikin.

Hejmara çalakiyan: 7 jê şerê sîng bi sîng bi giştî 14 çalakî pêk hatin.

Êrîşeke dagirkeran a di erdê re hat kirin û şervanîn em ev êriş şikandin.

Dagirkeran 9 caran bi çekên giran û 4 caran bi balafirên bê mirov êriş û 5 caran jî bi helîkopteran êriş kir.

Di encama van êriş û berxwedana hêzên me de 72 leşker û çete hatin kuştin, 10 jê esker bûn û 62 çete bûn.

Di vî şerî de 8 leşker û 11 çete jî birîndar bûn. 2 ji birîndaran bi paye ne.

Di şer de tangek jî di navê de hejmareke erebeyên sîleh li ser hatin rûxandin û cebilxaneyeke zêde hat bidestxistin.

Di şer de şervanekî HRE jî şehîd bû.

Di topbarana 9´ê Tebaxê de jî li gundê Soxanekê li Şêrawa 5 kes ji heman malbatê birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found