790 doz çareser kirin

Li gorî nûçeya ANHA, Dadgeha Gel a bajarê Qamişlo ku sal û nîvek beriya niha hatiye damezirandin ji 13 endamên kesan pêk tê. Endamên dadgehê ji hiqûqnas, jin û kesên pispor pêk tên. Avahiya dadgehê ku ji 3 beşan pêk tê li gorî mijarên dozan hatiye dabeşkirin û ev beş jî “Beşa Pirsgirêkên Jinê”, “Beşa Sivîl” û “Beşa Cezayî” ne.  

Di Beşa Pirsgirêkên Jinê de 2 jin berpirsyar in û doz û pirsgirêkên jinan têne çareserkirin. Di Beşa Sivîl de 3 kes berpirsyar in û dozên kirîn û firotina erdan û hrwd. têne çareserkirin. Di Beşa Cezayî de jî 5 kes berpirsyar in û dozên civakî, kuştin, dizî, revandin û hwd. têne dîtin.
Her 15 rojan carekê rêveberên hersê beşan dicivin û dozên ku hatine ber destê wan dinirxînin, her wiha rêbazên çareseriyê nîqaş dikin.
Piştî Dadgeha Gel a Qamişlo hate vekirin êdî welatiyan dozên xwe anîn vir û xwestin bêne çareserkirin. Rayedarên dadgehê diyar kirin ku ew hemû pirsgirêkan bê cudahî dinirxînin û hewl didin ku çareserî ji wan re bê dîtin.Rayedaran dan zanîn ku piraniya dozan bi rêbaza razîbûna herdu aliyan têne çareserkirin. Lê dema aliyek biryarên wan pêk neyine, hêzên Asayîşê dixin dewreyê.
Rayedarên Dadgehê destnîşan kirin ku piraniya dozên têne ber destê wan ji aliyê komîteyên lihevanînê yên Meclîsên Gel ve têne şandin. Li gorî agahiyên ku rayedarên dadgehê dane, Komîteyên Lihevanînê pirsgirêkên ku nikarin çareser bikin dewrî Dadgeha Gel dikin. Komîteyên Lihevanînê li gel dosyayên dozê, rêbazên çareseriya ku wan pêşniyar kirine jî dewrî dadgehê dikin. Dadgeh jî li gorî dosyaya Komîteyên Lihevanînê hewl dide ku pirsgirêkê çareser bike.
Dadgeha Gel a Qamişlo pirsgirêkan jî li ser esasên paradîgmaya Civaka Demokratîk, her wiha exlaq û hiqûqa civakî çareser dike. Dozên mafên mirovan jî li ser van esasan û pîvanên qanûnên navneteweyî têne çareserkirin.
Dadgeha Gel her wiha ji bilî çareserkirina dozan, ji bo alîkariya kesên dikevin rêyên nebaş jî projeyan amade dike. Ji rayedarên dadgehê Silêman Îbrahîm got ku Dadgeha Gel dadgehek lihevanînê û çareserkirinê ye, lewre xebatên xwe jî li ser van esasan dimeşîne û projeyên pêşerojê derdixîne. Îbrahîm diyar kir ku di vê çarçoveyê de wê di pêşerojê de ji bo kesên ku madeyên tiryakê bikar tînin, navendên tenduristiyê ku tedaviya psîkolojîk û fîzîkî lê têkirin, ava bikin.

 QAMIŞLO

Yazarın diğer yazıları

    None Found