Adirganên li Kurdistanê

Hima bigire, hemû Kurdên xwenda helbesta bi Hewramî ya bi hevoka “Hurmizgan riman Atran Kujan!” dest pê dike, bihîstiye. Kengê ev helbest hatiye nivîsandin û kê ev nivisiye, ne girîng e. Bes ev helbest çend rastiyan li ber çavan radixîne. Yek, rûxandina parastgehên Zerdeştî “Hurmizgan /Atêşgedeh” du; bi destê dagirkerên Ereb ên Îslam sotina Kurdistanê, ya sisiyan jî, birina keç û jinên Kurdan tîne ziman. Lê mijara min wê tenê Hurmizgan be.

Zerdeştiyên roja me ji bo perestgehên xwe du peyvan bikartînin. Yek “Hurmizgan”, du; peyva Farsî “Atêşgedeh” Bi Elmanî jê re “Feuertempel” dibêjin. Em dizanin ku navên wek “Atûrgan, Adirgan, Roştgeh” jî dem bi dem bi aliyê Kurdan ve hatine bikaranîn. Heta dibe peyva “rojing” jî ji peyva “roştgeh” hatibe. Ev avahîyên baweriya Zerdeştiyan jî xwedanê hin taybetiyan in. Berê di nava çar bircên bi awayê stûnan de holeke mezin ya gilover a wek kulikê mirovan dihat lêkirin, li gel wê hin jûrên piçûk jî çêdikirin. Di navendê de agirê pîroz, ji darên rast û paqij dihatin vêxistin. Li cihên gaza xwezayî heba, ew bi kar dianîn. Em îro bi zelalî dikanin bibêjin, ev avahiyên Zerdeştî ji bo avahiyên xiristiyan û Mislimanan bûne  mînak û bingeh. Mînak; minare; ji wan bircên Hurmizganan hatiye wergirtin. Her wisa, ew qubeyên li ser dêr û mizgeftan jî. Ne tenê ew, gelek baweriyên Xiristiyan û Îslamî jî ji Zerdeştiyê hatine wergirtin. Ji bo ku kesek bi van rastiyan nizane, li pey bingehê wan nekevin, bi her awayî Zerdeştî reş kirine û wek tiştên herî xirab nîşan dane. Kurdên mejîşûştî jî ji van bawer kirine.

Bê vê rastiyê; di nava Kurdan de gengeşiyên gelek tevlihev hene. Hin di wê baweriyê de ne ku tevahiya Kurdan baweriya Zerdeştî wernegirtine. Li gorî hinan jî hemû Kurd Zerdeşti bûne. Her wisa têkiliya Êzdî, Yarsani, Yarsaniyên Bakur (Elewî) û beweriya Zerdeştî jî mijarên gengeşiyan in. Bi dîtina min hegerên van dubendî, angaşt û gengeşiyan, ji bi destê dagirkeran tevlihevkirin û belovajîkirina rastiyên dîrokê tê. Dema em Kurd bixwe dest bavêjin dîrokê û çewtiyan sererast bikin, ev çendbendiya di nava me de jî wê wenda bibe.

Çendekî berê di bernameyeke DW (Deutsche Welle) beşa Tirkî de Hurmizgana li Amedê hatiye dîtin, hatibû şirovekirin, wan wisa nivîsîbû: “Ev parastgeh 600 sal beriya Mîladê bi destê Persan hatiye avakirin.” Ev berovajîkirina rastiyan e. Wê demê ev herêm di bin serweriya Medan de bû.  Serwerê demê Kavî Viştaspa Key Xusro (Keyaxares/ Keyaxser) bû. Di dema Kavî Vîştaspayê pîroz û Aştiyago de gelek perestgeh hatine avakirin. Li gorî daneyan berdest Kuroşê kurê Kambîs sala 550´î de serweriya Medan ruxandiye. Hetanê sala 500´î berê mîladê jî hê serweriya Persan li tevahiya welêt serdest nebûbû. Avadaniyên Persan ji dema Darius pê ve dest pêdike. 523 – 485 beriya Mîladê. Li gel wê tê zanîn ku Pers li devera Kurdistanê bi tevahî serwer nebûne. Ev di nivîsên Xanephon, Ksitasê Kîndosî û Pluraxê Grêkî de jî zelal dibe.

Di biwara Hurmizganên li Kurdistane de Agit Yazarê bernameyan li ser cihên dîrokê amade dike, wisa dinivîse: “Par ez çûm vê perestegeha Amedê. Eyan beyan li holê ye ku ev şikefta çêkirî a di bin erdê de, cihê îbadeta Zerdeştiyan e. Meriv dikane jê re bibêje perestgeh. Lewra sê taq/pace di şikeftê de vekirinin: taqek ber bi rojhilat, yek li başûr (ji bo wexta roj li nîvê kokevaniya ezman e) û taqek jî li hêla rojava vekiribû. Lê ji ber ku virre vira heronan bû di ser serê me re difiriyan, mixabin min bi têra dilê xwe nikanîbû lêbikola…”

Her wisa li gelek deverên Kurdistanê kavilên Hurmizganan hene. Hinên wan hê nehatine dîtin, li ser hinan jî Dêr û mizgeft hatine avakirin. Ango baweriyên Xiristiyan û Îslam ji bo bingehê rastiya Zerdeştiyan û Mithraîzmê wenda bikin, çi ji destê wan hatiye, kirine. Di vî warî de Rêzdar Agit Yazar wiha dinivîse: “Li Sêrtê jî li hinda kevirê qul û herwiha li Mêrdîn di bin Dêra Zaferanê de jî Perestegeheke Zerdeştiyan hebû. Balkêş e ku heta wexteke nêzîk, keşîşê Dêra Zaferanê, yaxwud cimata Xiristyanan a li Mêrdînê, deriyê wê Perstegeha di binê Dêra Zaferanê de, ji serdananvan re girtibûn…“

Li gel wê, li nêzîkê Lalişa Nûranî jî kavilên Hurmizgana herî mezin hate dîtin. TV´yên Başûr û hin malperan li ser vê agahiyên berfireh weşandin.

Hima, em tenê baweriyên nava gel de bigirin, bi taybetî jî baweriyên bi agir û rojê, Em mijara postên di nava Elewiyan de, her wisa baweriya bi Ameşa Spenta (Xizir) hûr bikolin, em ê bi zelalî bibînin, çendî baweriya Zerdeştî di giyan û çanda Kurdan de dijî. Her wisa gava lêkolînên kûr û berfireh werin kirin, wê hîmên bi dehan Hurmizganan werin dîtin.

Yazarın diğer yazıları