Afirandina dîrokê

Gotina ‘Dîroka pîr’ ji bo Kurdan ne lê ye. Lewre, dîroka Kurdan ya bi destê Kurdan hatî nivîsandin pirr nû ye. Têgiha Kurd û Kurdistanê jî di nav de, metn, belge û berhemên nivîskî yên Kurdan û yên bi Kurdî ji hezar salî derbas nabin. Dîsa berhemên weke Şerefname, dîwanên şairan û hind berhemên olî jî ne hinde kevin in. Helbet ew hemû jî di nav pirtûkxaneya neteweyî de cihên bi qîmet digirin, lê xebat û afirandina dîrokê ya Kurd piştî sedsala 19´an dest pê dikin, û hino hino xwe digihînin heta tevgerên ciwanan yên salên 68´an, piştre jî Partiya Karkerên Kurdistanê derdikeve ser dika dîrokê. Va ye, ew roj ev roj e, ev tevger êdî ji rojeva dost û dijminan dernakeve. Li gel hemû bêderfetiyan û li gel mezinahiya hêza dijminan jî dîroka ciwan bi destê pêşeng, serwer, rêveber, şervan û alîgirên vê tevgerê tê nivîsandin.

Tevahiya xebat û afirandinên vê tevgerê ne gengaz e ku di quncikekê de cih bigirin. Lê rûpela dawî ya hatî nivîsandin bi pêşengiya jineke Kurd dest pê kir. Jina bi navê Leyla Guven finda rênîşandanê ya divabû ji mêj ve hatiba pêxistin, hilkir. Ew find ji destê wê gihişt destê deh hezaran. Mîna reqseke pîroz mil bi mil, dest bi dest li deverên cihê yên dinê hat gerandin. Li qada li geriyayî bû sedemê ronahiyê.

Çi di got Guven? Nabe ku rêberê gelekî di nav lepên dijminan de bê parastin û bê dad bimîne, nabe ku barbarên dîrokê li ber çavên cihanê wisa bêperwa êrişê ser pêşengê gelekî bikin ku ew jî rewatir doza hebûnê li dar dixe.

Belê gelek rêber, pêşeng û dozdarên gelan di destê dijminên xwe dîl ketine, gelek ji wan di zindanan de jî jiyana xwe ji dest dane, lê hinde bê edaletî barbarî li kêm kesan hatiye kirin.

Ev dijminekî wisa ye ku gava derfet û fersend çêbe, nema guh dide qanûn û pîvanên xwe jî. Dikare di yek deqeyê de tevahiya qanûnên xwe yên nivîskî û qaşo exlaqî jî binpê bike.

Di vê berxwedanê de ku ji aliyê bi deh hezaran ve bi awayekî serketî hat meşandin û encam dayîn jî daxwaza bingehîn bikaranîna qanûnên der barê girtiyan yên li Tirkiyeyê bû. Ji wê zêdetir daxwazeke wisa zehmet û nayê pêkanîn jî nebû. Ev bi serê xwe şermeke mezin e ji bo wê dewlet û rêveberan ku daxwaza bikaranîna qanûnên wan dihate kirin.

Lê ev gotin ji bo kes an jî saziyên ku ji şermê fêm dikin dikare derbas bibe. Ev gotin û bibîrxistin ji bo dewleteke ku di tevahiya dîrokê de nûnertiya barbarî, komkujî û talanê kirî derbas nabe.

Lewra berxwedana birçîbûnê ya dused rojan jî li ser wan bandoreke hinde mezin nekir. Mirov ji dil û can bawer dike ku eger bizanin wê ji wan re bimîne, wê di mirin an jî kuştina hemû şoreşger an jî mirovên Kurd de şahiyan li dar bixin. Ew dê bi kêfxweşî govend û dîlanê bigirin û li gel bêvil û guhên ji aliyê leşkerên wan ve hatîn jêkirin bireqisin. Ha vêna ji xwe dikin, lê heta niha ji raya giştî ya cîhanê re li pêş çavên kamerayan eşkere nekirine.

Gotina rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di dema dîlketinê de gotî:’Doza afirandina mirovên hevdem ji barbariyê ji her cûre têkoşînê dijwartir e.’

Ev têkoşîna û berxwedana dawî jî carekî din da nîşan ku hîna gelek ked divêt, hîna gelek mirovên evîndarên azadiyê wê li per wê sewdayê can feda bikin.

Vêna herî zêde jî me di dema çalakiyên Dayîkên Laçikspî de dît. Li aliyekî hejmara wan jinên dilpola û baweriya wan, li aliyê din jî hejmara kêm a mêrên li dora wan gotina:’Mêr ketine kewarê jinan bazdaye hewarê’ dianî bîra mirovî. Pê ve girêdayî gotina:’Mêran hevdu kuştin mala Cibo jî hûr û rovî şûştin’ li bin guhê hizr û bîra mirovî diket.

Lê dayîkan rûpoşa li ser rûyan radikirin, carekî din didan nîşan ku ji mirovên barbar hinde bi hêsanî mirovên hevdem nayê afirandin.

Gelek caran mirovên di nav de jî ‘Gelo wê ev meşa dijwar çawa û li ku biqede?’ Ji xwe dikirin. Gelek mirovên bêbawerî mîna Tomasê gumanber digotin:’Na, ne pêkan e, ev doz bi ser bikeve’. Lê di dawiyê de Leyla Gûven, berxwedêrên li Strasburgê, Li Gallerê, Li Hewlêrê û bê guman yên li zindanan bi ser ketin.

Helbet têkoşîna rêberê Kurd û hevalên wî yên li Îmraliyê jî divê li ber çav bê girtin. Ew jî rûpeleke veşarî ye, wê rojek bê ew şer û têkoşîna li wê derê jî ji me re eşkere bibe. Wê demê wê baştir bê dîtin ku gelekî çawa li dora hêviya xwe ya azadiyê bûye xeleka mirin û jiyanê.

Wê demê tevahiya dost û dijmina wê silava rûmetê li tevahiya berxwedêran bikin.

Divê em ji bîr nekin ku dîroka Kurd hîna gelekî ciwan e.

Yazarın diğer yazıları