Agir Bane: Rêwiyek ji çiyayên Erbaba heta Şengalê

Di dilê her zarokek vî welatî de hêviyên ji bo jiyanek azad wer dike ku hemû pêleyîstokên xwe datînin ber deriyê mala xwe û ber bi qadên diyarkirina çarenûsa xwe vê tên. Zarokên Kurdistanê êşên welatê xwe ji lorîkên dayikên xwe yên êşkişandî fêr bûne, fêr bûne ku li vî welatî li gorî rastiya welatê xwe bijîn. Xeyalên zarokatiya xwe di dilê xwe yê mezin de vedişêrin û wisa gavên xwe yên biçûk davêjin li ser axa ku ew fêrî gelek tiştan kiriye. Agir Bane zarokek ji rengê vê rastiyê bû. Di temenê xwe yê biçûk de fêrî sînor, ked, gule û şer bû. Fêr bû ku di berdêla her kêliyek xweş a jiyanê de divê sînorên lêkirî yên li ser sînga axa xwe derbas bike. Fêr bû her êvaran ji mirinek bêrehim bifilite û wisa were ser sufreya hejartiyê rûnê, qetek nanê hişk bixwe. Fêr bibû ku serê sibê beriya herkesî rabe û dawiya şevê beriya her kesî razê. Yan jî belkî gelek caran xew nedikir, li ser sînorên Rojhilat û Başûr çiqasî bi tava heyvê re rêwîtî kiribû Agir. 

Ked navê din ê rêhevalê me yê rojnamevan Agir Bane bû. zoriyên bê eman ên jiyanê pişt lê qûz nekiribû û bê minet û serbilind wek çiyayên welatê xwe, lingê xwe danî ser şîvereyên azadiyê. Sade û pak, lê bi kîn û bi dilek tije îsyan, hatibû tola êşên xwe ji zaliman bistîne. Tola wan sînorên lêkirî ku bi caran dost, cîran û hevalên wî li ber çavan bi behaneya lingê xwe daniye wî milê sînor, gulebaran kirin, bistîne. Hatibû tola qêrîna di sînga xwe de bistîne ku ti caran ya dilê xwe negotibû, hatibû qîr bike, hawar bike, ya dil bêje û ji bo wê têbikoşe. Qada ku herî baş wê rastiya welatê xwe tê de vegotiba, qada gerîlatiyê bû. Ji gerîla wêdetir kê bizaniya Agirê biçûk çi dixwaze bêje. Wek mamoste Ferzad Kemanger jî digot; “Bi carekî were van çiyan, tuyê bizanî ez çi dibêjim!” zimanê herî rast û sade yê bilêvkirina serpêhatiyên wî dîsa jî çiya bû. Li çiyan her mirovek hunermend, wênekêş, helbestvan û nivîskarek e. Çiya bi te deryayên helbestan dide nivîsandin, te dike helbestvan û wer dike ku tu ji bo wê vebêjî, bibî wênekêş yan jî rojnamevanek. Ger rojek em behsa Agir Bane bikin, emê biçin li ber deriyê wan destpê bikin, cihê ku pênûsa xwe ya bi zorê gotinên asîmîlekirinê pê didan xwarin, bi cih hişt. Emê li ser sînorê Bane, Sine û Kamyaran destpê bikin, cihê ku barê xwe yê birîndar li wir bicih hişt û ji bo cara dawî zivirî bi çavên girî lê temaşe kir û got; ‘Rojek dema ev sînor bê wate bûn, ezê bi ser te de vegerim bajarê min!’ Emê ji wir ve destpê bikin ku çawa her roj di bin êrîşên hewayî yên li ser Qendîlê, di bin berf û germayê de bihost bi bihostê çiyan dimeşiya. Kamera li piştê, çek li milekî û statîv li aliyê din. Emê ji wir ve destpê bikin ka çawa bû rêwiyê welatê Derwêşan û çû bibe evîndarek din. Emê biçin li şûna ku kameraya xwe girt û sînga xwe ji dijminê har re kire mertal. 

Ji bo em behsa Agir Bane bikin emê bêjin rêwiyek ji Bane heta Şengalê, ji diyarê berwedêran heta diyarê evîndaran. Rêwiyek ji çiyayê Erbaba heta çiyayê Şengalê, rêwiyek bêtirs ku hemû sînor li pey sola xwe bê wate kir û pişta xwedayên mêtîngeran li erdê da. Agir bixwe serpêhatî bû û hatibû serpêhatiyek din bike dîmen û wêne. Gelek serpêhatî di barê li piştê de veşartibû û îro emê dîsa tûrika rêhevalê xwe yê rêwî vekin, bijmêrin hemû gotinên wî, emê bijmêrin navê hemû serpêhatiyên wî û wan bikin manîfestoya rêya xwe ya rojnamevantiyê…

Yazarın diğer yazıları