Akademiya Star a Ramanê

Li akademiyê heta niha 450 jin hatine perwerdekirin. Bi destpêkirina pêvajoya şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, jinên ku pêşengiya şoreşê dikin sazibûna xwe jî ava kirin. Jinan her wiha li ser esasê avakirina civaka azad û demokratîk xebatên zanist û perwerdeyê jî dan destpêkirin. Xebatên ku di bin navê “Akademiyên Ramanê yên Star” de hatine organîzekirin girêdayî Rêxistina Yekîtiya Star têne meşandin.


Jin tên perwerdekirin

Yek ji van akademiyan jî Akademiya Ramanê ya Star a li bajaroka Rimêlan e. Akademiya Star a Ramanê di Adara sala 2013`an de hatiye vekirin. Kar û barên akademiyê ji aliyê komîteya rêvebir a ji 4 kesan pê tê ve tê birêvebirin. Li akademiyê heta niha 10 dewreyên perwerdeyê hatine vekirin û nêzî 450 jinên ji hemû pêkhateyan hatine perwerdekirin. Jinên ku beşdarî dewreyên perwerdeyê dibin di nava mehekê de derbarê mijarên ramyarî, siyasî, civakî û felsefî de têne perwerdekirin.

Armancên Akademiyê
Rêvebirên akademiyê diyar kirin ku armanca wan ew ku bi perwerde û rêxistina jinan civaka demokratîk û azad ava bikin, lewma ew li seranserî hermên Rojvayê Kuristanê dewreyên perwerdeyê vedikin. Li gorî berpirsyarên akademiyê jinên ku tevlî dewreyan dibin derbarê mijarên cuda yên mîna girîngiya perwerdeyê, şerê taybet, azadiya cinsî, civaka neolotîk, dîroka şaristaniyê û dîroka Kurdistanê de têne perwerdekirin.  Ew bi nîqaşan hewil didin û zanyarî û agahiyan bighînin endamên dewreyê.

Bernameya pêşerojê

Rêvebirên akademiyê derbarê bernameya pêşrojê de jî dan zanîn ku ew plan dikin ji bo jinên pêkhateyên din yên Ereb û Suryanan dewreyên perwerdyê lidar xin, her wiha ewê hewil bidin jinên endamên saziyên çand û huner, ragihandin, Tevgera Jinên Ciwan, Konfederasiyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz û meclisên jinan jî tevlî nava dewreyên perwerdeyê bikin. Rêvebiran diyar kirin ku wan jibo amadekirina endamên ku karibin rêvebiriya akademiyê jî bikin programên perwerdeyê amade kirine.

Ji bo civaka azad zanebûn

Ji rêvebirên Akademiya Star a Ramanê li bajarê Rimêlan Rojhilat Efrînî da zanîn ku ji bo avakirina civaka azad pêwîste destpêkê kesayeta jinan bê ava kirin. Efrînê wiha dewam kir:" Em hewil didin ku kesyeta jinan ji bermehiyên sistemên desthilatdar paqij bikin, jin bi salan din nava tirs, bêbawerî û şermê de maye, lewma pêwîste destpêkê ji vê rewşê bê rizgar kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Yazarın diğer yazıları

    None Found