AKP bûye hevkara terora global!

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê Abdulsettar El-Cadir, çend saetan piştî daxuyaniya ragihandina vê meclisê, ji aliyê sixûrên dewleta Tirk (MIT) ve hat kuştin. El-Cadir ji pêkhateya Ereb bû û ji eşîra Cadir a li herema Şehbayê bi bandor, bû. AKP´ê bi vê operasyona terorane xwest rê li ber hêzên QSD´ê bigire da ku nikaribe Cerablûsê ji DAIŞ´ê rizgar bike. Xwest, her weha derbekê li hevkariya Kurd û Ereban li Rojava bixe. Jixwe, niha AKP komên çete yên kirêkirî ku navê “Artêşa Azad” li xwe dikin, bi rêxistin bike û wan bi ser Rojava ve bişîne. AKPê dixwaze bi riya van koman Cerablûsê ji destê DAIŞ´ê derxe û bi vî şêweyî azadkirina herema Şehbayê ji aliyê QSD´ê ve asteng bike. Dewleta Tirk li jêr rêveberiya AKP´ê bûye yek ji navendên terora cîhanî. Bi riya hevkariya bi DAIŞ û hêzên tundraw ên îslamî yên global, AKP îro roj terora navnetewî bi rê ve dibe û li gorî berjewendiyên xwe derdor, welatên Ewrûpa û tevahiya cîhanê pê tehdîd dike. Lê hedefa terora AKP´ê ya sereke Gelê Kurd e. AKP bi riya hevkarên xwe yên komên çête li hundur û derveyî Tirkiyeyê hewl dide Tevgera Azadiya Kurdistanê û hemû welatparêz û kadroyên şoreşa Netewa Kurd tesfiye bike û ji holê rake. Dilê AKP´ê bi siyaseta wêrankirina bajar û gundan, bombebarana bi ser sivîlên Kurd û agirberdana xwezaya Kurdistanê rihet nebûye, lê ew dixwaze hemû tundrawên cîhadîst ên cîhanê li Kurdistanê kom bike, wan bi çek bike û bi ser zarok û jinên Kurdan ve bişîne.

Li Bakur AKP´ê komên DAIŞ´ê û çeteyên din bi ser Kurdan ve dişîne. Meş, Mitîng û heta Şahiyên dawetên Kurdan ji bo çeteyên AKP´ê dibin hedef. Tevgera siyasî û welatparêzên Kurd dibin hedefa sûîqastan. Her cara ku di warê siyasî û eskerî de derbekê ji Tevgera Azadiya Kurdistanê dixwe, AKP li sivîlên Kurd dixe. Ew tolê ji zarok û jinên Kurdan dihilîne. Êrişa li Dîlokê jî karê hêzên tarî yên girêdayî AKP´ê bû. Ev komkujî li dijî tevahiya Gelê Kurd hat kirin, wek tolhildaneke ji berzbûna hêza berxwedanê ya li Bakur. Li Rojava jî AKP´ê şerekî giştî yê man û nemanê li dijî Gelê Kurd û hevkarî û hevjiyana bi gelên Ereb û Asûrî re, dike. 

AKP´ê ji sala 2011´an û heta niha, bi dehan hezar çete ji hemû cîhanê li cem xwe kom kirin, ew çekdar û perwerde kirin, û bi ser şoreşa Rojava ve şandin. Gelek welatên Ewrûpa û Emerîka jî şahidên vê terorê bûn. Ewan dizanîbû ku AKP´ê Tirkiye dewrî navenda terora tundrawên îslamî kiriye û bi riya vê terorê dixwaze Sûriyê bike gola xwînê û Rojava bişewitîne. Lê van welatan ji bo berjewendiyên xwe dengê xwe nekir. Wan AKP parast, heta ku tundrawên AKP´ê êriş li Belçîka, Fransa û Elmanyayê pêk anîn û bi sedan mirovên bê sûc qetil kirin. Îca niha hin saziyên îstixbaratên welatên Ewrûpa behsa hevkariya AKP´ê û DAIŞ´ê dikin. Mînak dewleta Elman ya ku bi salan e terora dewleta Tirk dinuxmand û amûrên vê terorê diparastin, niha, îca raporên saziyên îstixbarata wê, AKPê û derdora wê bi alîkariya terora îslamî tawanbar dikin!

Niha gelek welatên cîhanê bi rola AKP´ê ya destekdayîna terora cîhanî hisiyane. Di vê dema dawî de hin helwêst li dijî Tirkiyeyê û hikûmeta AKP´ê diyar bûn. Sedem jî ew bû ku agirê ku AKP´ê pêxistiye û geş dike, gihîşt mala wan! Herî dawî dewleta Awusturyayê helwêstên tund li dijî AKP´ê nîşan dan. Di asta têkiliyên siyasî û diplomatîk de jixwe ev demek e ku nav û dengê AKP´ê têk çûye. Gelek navendên lêkolînên stratejiyê û saziyên îstixbaratê agahiyên xuya û bi bingeh derbarê hevkariya AKP´ê û tundrawên cîhadî yên global de belav dikin. Jixwe, niha em dibînin ku AKP van têkiliyên xwe yên bi terora tundrawên îslamî re li dijî welatên Ewrûpa bi kar tîne. Ew santajê li dijî wan dike. Dixwaze van welatan bixe bin bandora xwe û wan li dijî gelê Kurd bide xebitandin. Eger civaka navneteweyî rê li ber terora cîhanî ya ku AKP destekê didiyê, negire, AKP wê Tirkiyeyê û tevahiya Rojhilata Navîn dewrî navenda terorê bike. Ewlekariya tevahiya cîhanê wê bikeve metrisiyeke mezin. Loma divê cîhan zextên xwe li ser Erdogan û AKP´ê zêde bike da ku dev ji hevkariya terorê berdin û di heman demê de jî divê civaka navneteweyî destekê bide tecrûbeya Rojava û hêza QSD´ê ya ku dixwaze gel ji tariya tundrawên cîhadî yên AKP´ê rizgar bike…

Yazarın diğer yazıları

    None Found