AKP û PDK; planên êrîşa li ser Şengal û Qendîlê

Lihevkirinên di navbera PDK û AKP’ê de her ku diçe bi valaderxistina planên wan eşkere dibe. Planên dagirkirina Mûsilê bigire heta pêvajoya êrîşa li ser Kobanê. Plana bingehîn ew e ku di serî de bi tu awayî destûr statuyek siyasî ji Kurdan re nayê dayîn. Armanc ew e ku dewletek biçûk li Başûrê Kurdistanê were çêkirin û hemû Kurd di bin siya wê de tenê jiyanek biyolojîk û ticarî bikin. Ji xwe mirov dema li Hewlêrê temaşe dike tu gumanek mirov ji bo hebûna planek ewçend qirêj namîne. Berê ev gotin bi dengek bilind nedihat gotin lê vê carê dema li Hewlêrê bûm, wek ku herkes ji te re bi dengek bilind hawar bike ku em dixwazin bibin Dubeya duyemîn. Bi pere û sermayeya dizê malê gelek planên qirêj li ser Kurdan tê meşandin. Bi awayekî ku ger pêşiya vê rewşê neyê girtin, emê xwe di serdemekî de bibînin ku bi şêwazê jiyana xwe hebûna xwe înkar bikin. 

Ji bo wê jî her ku peywendiyên di navbera AKP û DAIŞ’ê deşîfre dibe, xuya dike ku PDK’ê ji bo Kurd tu caran nebin xwedî statuyek siyasî her tişt di serî de bi hezaran Kurdên Êzîdî ji komkujiyek din ve derbas kir. Vê rastiyê em bi sedê caran ji xwe re, ji hev re dubare bikin ji bo ku em dîrokê berovajî nenivîsin û pêşiyên me lenetê li me nebarînin. Îja ewqas tişt ji aliyekê radibin û rûdinên hebûn PKK li Başûrê Kurdistanê dikin rojev û rewşê bi hebûna xwe ya li Rojava re qiyas dikin. Kurdistan mulkê tu kesî nîne û nabe jî, Başûrê Kurdistanê ne mulkê PDK û ne jî mulkê YNK û ne jî mulkê dagirkeran e. Wer ku hêzên Başûr amade ne hêzên dagirker li ser vê axê bimîne lê ne amade ne ku hêzek fedayî wek gerîla li ser vê axê bimîne. Bi salan e artêşa dagirker a Tirk ango ji salên 1993’an heta niha ji bo tekoşîna bi PKK re li ser axa Başûr bicih bûne. Rojek hebûna van hêzan neketiye rojevê û kesî hebûna wan nîqaş nekiriye. Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî tu caran xwedî wê îradeyê nebû ku hebûna van hêzan bixe rojeva xwe. Ji ber ku rastiyek bi vî rengî heye, ger mirov ji xwe bawer nebe, bi îrade nebe, mirov wê demê nikare li hember tu neheqiyekê jî dengê xwe derbixe. Mînaka herî ber bi çav a firotina îradeya xwe pozisyona rayedarên Başûrê Kurdistanê ye. Plana Şengalê û Rojavayê Kurdistanê bi ser neket. Plana valakirin û bombebarankirina Qendîlê jî bi ser neket. Îja niha artêşa Tirk bi fermî lê bi dizîka ji deriyê Îbrahîm Xelîl ve derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Di ser re jî ew tankên ku derbas dibin, ala Herêma Kurdistanê li ser wan hatiye daliqandin. Ev sewqiyata leşkerî ji bo ku ye gelo, herçend tê zanîn hinek ji wan hêzên artêşa Tirk ber bi Şengalê ve jî çûne. 6 meh e li herêma Başiq a 8 km Mûsilê kampek leşkerî ya Tirkan heye. Diyar e ku ev bi destûra hikûmeta İraqê û Herêma Kurdistanê li vir bi cih bûne. Kesên wek Ebadî û rayedarên Başûr wek ku zarokan bixapînin dibêjin Tirkiye bê agahiya me li wir bicih bûye. Ma dema hemwelatiyek ji asayîşên we ve derbas dibin, hezar carî ji kontrola û lêpirsînan ve derbas dibin, çawa haya we ji derbasbûna ewqas hêz nîne. PDK ji bo hebûna wan hêzên Tirkan rewa bike, bêşermane derdikeve û dibêje ku ev hêz ji bo perwerdekirina pêşmergeyan li vir bicih bûne. Wê demê çima bi dizîka û nîvê şevê derbas dibin û çima diçin Şengalê?! Kurt û kurmancî AKP û PDK ji bo hevkariya xwe ya bi DAIŞ’ê re veşêrin, dikevin pozisyona êrîşê, ew jî li ser deskeftiyên gelê Kurd. Amadekariyên êrîşên li ser Qendîl û Şengalê dikin.

Yazarın diğer yazıları