AKPê li dijî PYD artêşek çandî û eskerî ava dike!

Texmîna ku me ji destpêka serhildana gelê Sûriyeye kiribû rast derket. Dewleta tirk û rêvibiriya AKPê pîlanên xwe yên li dijî nasnameya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeye berdewam dikin û her ku diçe zêdetir bi rêk û pêk dimeşînin. Ji meha Adarê û vir ve (Maseya Kirîzê) ya ku AKPê ji bo şopandina pêşveçûnên li Sûriyeye avakiriye, pêşinyarên xwe roj bi roj pêşkêşî hikûmet û MGKê dike. Ev pêşinyar bi derca yekem kurdan hedef nîşan didin û her şêweyê astengkirina rolek xurt ya gelê kurd di Sûriyeye pêşerojê de dide ber hikûmetê. Wek rêxistina kurdan ya heri xurt û denamîk û nêzî Tevgera Azadiya Kurdistanê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tê binav kirin. Ji ber hindê dewleta tirk tedbîrên cidî li himberî vê partiyê girtine.
Komikên ku AKPê bi riya pere û bertîlan avakirine, çi li derve an li hundur xebatek bê rawestan li dijî PYD dimeşînin. Li derveyî welat, kampaniyek reşkirinê ya “malperên nûavabûyî” li himberî vê partiyê û rêvibir, endam, dost û hogirên wê heye. PYD bi hemû şêweyen derew, bêbextî, iftîra û ajankirina rejîma Beşar Esed tê tewanbarkirin. Sînorên van bêbextiyan nîne. Girûpêk ji kurdên kurtêlxwer û xwefiroş hatiye organîze kirin. Hêzên istixbaratên Tirkiye ev mirov yek bi yek hilbijartine û ew ji bo têkbirina nav û dengê PYDê û ji bo valaderxistina tekoşîna wê li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeye wezîfedar kirine.
Ev girûpa li derve bi girûpa li hundur di nava têkilyên rojane de ye. Yên li hubdur hemû pîlanên dewleta tirk û hêzên islamîst û erebperst yên muxalefeta Sûriyeye, yên girêdayî AKPê, li kolana kurdî dikin rastî. Li himberî xwepêşandanên PYDê yên rengekurd derdikevin û doza marjînalkirina rengê kurdî û tenê hilgirtina ala Sûriyeye dikin. Car caran êrîşî xwepêşandanên PYD dikin û carcaran jî ala dewleta tirk ya kurddjimin li Qamişloyê bilind dikin!.
Di vê dema dawî bûyera ku li bajarê Serê Kaniyê çebû, ku komek “kesên nenas” 2 welatiyên kurd revandin û ew eşkence kirin, xistin sukra PYDê!. Tevî ku hemû nîşan didin xuyakirin ku ev bûyer ji aliyê hêzên istixbaratê Sûriyeye ve hatiye organîze kirin, û tevî ku PYD di daxuyaniyek taybet de ev bûyer şermezar kir û lê xwedî derneket, lê dîsa ev girûpên girêdayî siyaseta Tirkiye, PYD wek berpirsyar nîşan dan û li dijî wê dest bi kampaniyek genî û qirêj kirin.
Ji bo hêzên muxalif yên islamîst û erebperest bicivîne ser hev, AKPê dîrekt an jî bi riya malbatên dewlemend yên girêdayî xwe, li Antaliya kongreyek giresyî lidar xist. Ev kongre hêzên siyasî yên kurd ji xwe re muxateb negirt û di xalên wek encama kongrê de, maf û nasnameya kurdan qebûl nekir. Kurd mîna netewa duyemîn li Sûriyeye û xwedî ax û hebûn nas nekir.
Her weha û li gorî biryarên (Maseya Kirîzê) ya AKPê hewl hat dayin ku kurd ji hev bêtin xistin û hêzên wan bê bandor werin hîştin. Bi riya hinek kesayetên kurd, yên ku bi dijminatiya Tevgera Azaidya Kurdistanê têne nasîn, hate idakirin ku kurd jî cihê xwe di van kongreyan de girtine. Ev kesayet ji bo berjewendiyên xwe yên biçûk tevgeriyan û vexwendina AKPê û hêzên muxalefeta Sûriyeye yên girêdayî wê, mîna “seyran” û “geranek belaş li havîngeha Antaliya” hesab kirin. Mafê gelê kurd û pêşeroja wî qet ji wan re nebû xem û derd!.
AKPê ji bo desthilatdariya Beşar Essed tam bigre bin baskê xwe, “pakêtek” qaşo “reform” ji wî re şand Şamê. Ev “Pakêt” giraniya xwe dida ser çend xalan:
1- Pêwîste zagûna nû ya damezranina partiyan rê li ber avakirina partiyên etenî (kurd) bigre. Her weha partiyên têkiliyên xwe yên idyolojî an jî rêxistinî bi hêzêk din ya heremê re hebe, destûra karê siyasî qet jê re nayê dayin (li vir mebest tam PYDê ye)!.
2- Projeyên yekîtiya welat dixin metirsiyê mîna “Xweserya Demokratîk” an “Omotnomiya Heremî” nayên qebûl kirin. Tenê rêvibiryek heremî ya besît, ku desthilatdarî di destê walî û polîsan de, dê bête pejirandin.
Dewleta Sûriyeye jî ev xal cidî wergirtin û zagûna partiyan li ser vî esasî derxist.
Tirsa niha li Rojevayê Kurdistanê ye ew e, ku AKPê ya ku dixwaze li Sûriyeye rêvibireyek “islama nerim” ava bike, emir bide hêzên girêdayî xwe û wan li dijî nasnameya kurdan û xebata PYD bi çek bike. Ev sînaryo ne dûr e. Hin kes û komik li Rojavayê Kurdistanê hene ku vê rolê bilîzên û (Komên Cerdevanan) amede bikin.
Şerê ku di nava milet û li ser malperên internetê li dijî PYD tê kirin şerekî dijwar û bi rêk û pêk e. Şerekî bê exlaq e. Kesên vî şerî jî bi rêve dibin, pirraniya wan serdana Tirkiye kirine û li wir bi rayedarên pisporên pirsa Sûriye û Tevgera Azadiya Kurdistanê ketine têkilyê. Ji ber vê yekê, ne dûr e ku ev kes bingeha hêzek çekdar li Rojava ava bikin û li dijî kurdên azad yên xwedî li nasnameya xwe derdikevin dest bi êrîşen tesfiyekirinê bikin.
Nîeşanê rewşek bi vî rengî ji niha be diyar dibin.
Li himberî ihtîmalek wisa pêwîste ji niha ve tedbîrên cidî bên wergirtin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found