Alevî getürkt kirin, Yarsanî kuştin

Xwînxwarî, nijadperestî û wehşete şiyana mirovbûn û wijdanê li îslamîstên Tirk wisa kor kiriye êdî êrişê miriyan û goristanan jî dikin. Aleviyên (!) di siya wan de jî her wisa ne. Wê ev cinawiriya bêbav bibe mîkrobeke wek ebolayê li wan vegere.

Kemal Kurkut Kurd bû û yarsanî (elewî) bû, şaredarê AKP’yiyê Batalgaziya Meletyê av birî ku cenaze neyê şuştin. Murat Gungormuş Kurd bû, yarsaniyê Dêrsimê bû, Mala Cemê ya Dêrsimê bi fermana walîtiya AKP’yî cenaze neşûşt.

Hey xwînxwarino. Em Kurd in, bawermendên dilpaqij, li gel wê Êzîdî, Zerdeştî, Yarsanî ne, em ji hatina durrê ve beden û giyan paqij in. Bi hulma rêkarnatsiyonê hatinin şuştin, lema em dibêjin; “Kiras guherê, di Rêya Heq de“ çû. Ew axa pîroz ya welatê Rojê me bi wê giyana paqij ve dihewîne. Hûn heram in, qirêji in, ma li çolistanên hûn jê qetyane, hatine, av û bêhna avê hebû? Ew paqijiya hulma rêkarnasyonê li wir danî bû? Kemalên me Mûradên me di dema şehadetê de bi paqijiya hêviyên me hatine şuştin.

Dema şûrê îslamîstan bi cinawirî ket Kurdistanê, li Kurdistanê pergala baweriyên navend Kurdistan serdest bûn. Bingehê wan digihîşt baweriya bi rojê “Mithraî” Li Îranê jî her wisa. Hetanê sedsala 15. jî li Kurdistane baweriyên Kurdistanî serdest bûn. Ango rengên cûda yên raya wan ji Mîthraî dihat. Xwerû jî baweriya bi rengê YARSANÎ derketibû pêş.

Dema kalikê Şah Îsmaîl Şeyx Cuneytê ji Hewlêrê berê xwe dabû Bakur û ketibû nava şer, ji bo ku leşkerên wan tevlihev nebe, qeytanên sor li serê xwe girêdabûn. Di nava wan de bi giranî eşîrên Kurd yên li Ezerbeycanê hebûn. Navê wan ji wê rojê pê ve Qizilbaş (kum sir) ma.

Ji ber ku hem şiîyên Safavî hem jî Osmaniyan êrişê yarsaniyên Kurd yên hetanê Sêvazê belav bûbûn dikirin, wan tim xwe li çiya digirtin, yan jî di nava xiristiyanan de belav bûbûn. Eşîrên hetîtan yên li Çorûm, ta Sêvazê niştehcîh bûn jî bi Mîthra bawerdikirin (baweriya Anaşa, Ataşa). Ji ber vê jî zu di nava Yarsaniyan de întegre bûn. Osmaniyan ew jî wek alîgirê Şeyx Cuneyt didîtin, lema ji wan re jî “Qizilbaş“ digotin. Şah Îsmîlê Sefavî jî bi navê Hatayî helbest dinivisî û bi qasidên xwe re dişand nava Yarsaniyên Sêvazê û deverên din. Ji ber zordestiya Osmaniyan, têkiliya Yarsaniyên  rojava (Dersim, Sivas …) bi safaviyan re pêşketibû. 

Yarsaniyên Kurd di warê baweriyê de ti carî ji rastiya xwe neqetiyan. Mînak peyva “Şa Uşên” ya li Dêrsimê tê bikaranîn ti têkiliya xwe bi Husênê Kurê Elî re tine. Têkiliya wê bi “Şa Uşên/ Uşang (Şah Hoşeng) mamoste û Pîrê Baba Tahîr Uryan re heye. Dû re wek Hz. Huseyîn hatiye şirovekirin. Dîsa peyva “Ana, Ana Fatma” jî wekî -“Dayîka Fexriye” ya Kurdên Êzîdî têkiliya xwe bi xwedawend Anahîta re heye. Tiştek wê û Fatmaya hevjîna Elî bi hev nasekine. Ango ev 500 sal e ku ew prosesa îslamîzekirina yarsaniyan (her wisa Êzîdiyan) geh bi kuştin geh bi dek û dolaban didome.

Niha gelek baş tê zanîn ku dema Yavûz Selîmê Xwînxwar ji Sêvaz, Erzîncanê hetanê Çaldiranê, tevahiya Yarsaniyên li ser rêya xwe di komkujiyê re derbas dike. Piştî vê komkujiyê Ruhaniyên yarsaniyan Alî Kalender dişînin, ew ta hetanê Sêwazê diçe, di vegerê de raporekê amade dike. Li gor wê raporê 40 000 yarsanî ji Sêwazê bigire hetanî Çaldiranê tên qetilkirin.

Dema komara Tirk (T.C) tê damezrandin li ser bingehê teoriya rojê ya ziman û dîrokê (Turk dîl, tarîh güneş) ji bo bi tevahî helandin û bi tirkayetiyê ve girêdan û îslamîzekirinê peyva sosret “ALEVΔ tê peydakirin. Ji wê rojê pê ve êdî peyva “qizilbaş” tenê ji bo heqaretê tê bikaranîn. Li gor vê jî li ser bingehe derew, vir û sextekariyê bêhêjmar teorî tên afirandin, Pirtûk tên nivisandin, yan jî didin nivisandinê, her tiştî wisa tevlihev û tarî dikin ku mirov nikane ji nav derkeve. Heta Elewîtî birine bi dijminê yarsaniyan Ahmet Yesevî ve jî girêdane. Jixwe niha li ser medya dîgital xêr ji qirêjiyê ti tiştek tune. Mixabin gelek kesên bawerî elewîtiya tirk ên qaşo rewşenbîr jî bûnin diranê vê çerxa bêbext. Hemû çevkanî jî hatine lewitandin.

Wek gotina dawiyê: Bi sextekarî, dek û dolap şêlûkirina çavkaniyan, bi şûr û xwînxwariyê baweriya YARSANÎ ya herî paqij, mirovî û wijdanî kuştin. Wekî Elman ji bo sextekariyan dibêjin “getürkt”; Tirkan jî peyva Alevî getürkt kirin. Lema îro hin Malê Ceman bûnin panoya daliqandina wêneyê Ataturk û  nizanim kê, hem bûnin cihê Tirkên sipî û hem jî bi fermana Yavuz û Abdulhemîdan cenazeyên Yarsaniyên herî paqij û giyan pak nagirin malên ceman. Divê êdî yarsanî vegerin ser rastiya xwe û ji vê qeşmeriyê re bes bibêjin.

Yazarın diğer yazıları