Aliyên Lîbyayî li Moskovê civiyan

Xelîfe Hefter û şefê hikumeta Trablûsê Fayyez El Sarac ji bo agirbestê li Moskovayê ne. Hefter û El Sarrac bersiveke erênî dan banga agirbestê ya bi pêşengiya Rûsyayê û roja Yekşemê piştî saet 01.00’an agirbest hate destpêkirin. Lê piştre her du hêzan hev sûcdar kirin ku li gorî agirbestê tevnagerin. Her du alî ji bo agirbesteke mayinde li Moskovayê li dora maseyê rûniştine. Dema me nûçe amade dikir, hevdîtinên li Moskovayê dewam dikirin. Di çapemeniya alîgirê Hefter de hat gotin, wê li gorî lihevkirinê dewleta Tirk esker neşîne Lîbyayê. Ji ber ku dewleta Tirk heta niha ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî ji bo Lîbyayê bin pê kiriye; gelek çek, wesayîtên zirxî û hewayî şandiye Lîbyayê. Di çend hefteyên dawî de bi balefiran gelek çeteyên li Sûrî bir Trablûsê.

Gelek peyman neçûn serî

Di warê mayindebûna agirbesta li Lîbyayê de gumanên mezin hene. Ji ber ku yek ji garantorê agirbestê dewleta Tirk a dagirker e. Ev jî îhtîmala çareseriyê kêmtir dike.

Heta niha di sala 2015’an de li Fasê peymana Skhrîat, di 1-2’ê Tîrmeha 2017’an de û di Gulana 2018’an de civînên Parîsê, di Mijdara 2018’an de konferansa Palermoyê û di Sibata 2019’an de jî Peymana Abû Dabîyê hatibû kirin. Ev peyman bûbûn sedema hêviyê lê bi ser neketibûn.

Rûs û Tirk ne li hev in

Di sala 2011’an de rejîma Kaddafî ji aliyê NATO’yê ve hatibû hilweşandin û ji wê rojê şûnde aloziyeke mezin heye. Li rojhilatê welat hêzên Xelîfe Hefter û li rojavayê wê jî Hikumeta Yekîtiya Neteweyî heye ya ku Neteweyên Yekbûyî jî wê nas dike.

Hêzên Xelîfe Hefter ji Nîsana 2019’an û vir ve ji bo stendina Trablûsê operasyonek dane destpêkirin. Hefteya borî bajarê Sîrte yê stratejîk kete kontrola hêzên Hefter. Şerê di navbera her du hêzan de, ev 9 meh in didome.

Dewleta Tirk bi hikumeta Trablûsê re di meha Mijdarê de peymanên leşkerî û behrê çêkir û vê jî aloziya li Lîbyayê zêdetir kir.

Rûsya û dewleta Tirk ku li Lîbyayê piştgiriyê didin hêzên cihê, banga agirbestê kirin. Agirbesta her du hêzan a li Sûriyeyê pêk nehatibû.

 NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found