Aliyên YNK´ê ketin xefika PDK´ê

PDK ji bo ku xalên peymana di navbera YNK û Gorranê neçin serî, ji destpêka lihevkirinê heta niha gelekî hewl da. Tevî vê, aliyên YNK û Gorranê jî gelekî di mijara pratîkkirina xalên lihevkirinê de îrade nîşan nedane. Her tim şerê wan ê desthilatdariyê li pêşiya armanca bingehîn a her du partiyan, berbesta herî mezin bûye. 

YNK’ê ders ji salên berê negirtine ka çawa lawaz bû û gelek endam û rêveberên wê derbasî Gorranê bûn. Xwest bi piştgiriya şoreşa Kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê di van salên dawî de xwe li ser piyan bigire, her çend ev ji bo hemû partiyên Başûr jî lê ye. Lê belê, dema ku nakokî kûr bin, wê demê mirov gotinekê jî peyde nake ku bibêje. Jixwe, şeva ku aliyê Berhem Salih û Kosret Resûl ku wek aliyên nêzî PDK’ê tên naskirin, Navenda Biryarê ragihandin, çapemeniya PDK’ê heta sibê agirê pêketî netefandin û benzîn bi ser de kirin. Ya herî nebaş jî bi destê endam û rêveberên YNK’ê ev yek dikir, ango ew didan axaftin û wisa berdidan pêsîra hev. Di rewşeke wiha de her du aliyên YNK’ê jî ketin vê xefika ku PDK’ê ji wan re amade kiribû. Balkêş bû ku di salvegera roja 31’ê Tebaxê de, rojekê beriya wê ragihandinê ku ji bo YNK’ê rojeke reş e (Roja ku PDK’ê rê da hêzên Iraqê bi tankan bikevin Hewlêrê û YNK ji Hewlêrê derxistin-1996-), ragihandina YNK’ê bi berfirehî cih da vê rojê. Wek rojeke reş û xiyanetê bi nav kir. Dibe ku aliyê Berhem Salih û Kosret Resûl wê şeva 31’ê Tebaxê jî Navenda Biryarê ragihandin. Lê belkî jî ji bo xelk pê nehese ku PDK li pişt vê yekê ye, roja piştî wê ragihandin. Darbeyek bû di rastiyê de tişta ku aliyekî li hemberî aliyê din kirin. Niha di navbera YNK’ê de û li bajarên di bin desthilatdariyê wê de her tişt bûye du beş, du alî. Êdî wer lê hatiye dema tu di nava kolanê de dimeşî, hinkes ji te dipirsin, gelo tu alîgirê Hêro yî yan Berhem! Bê guman rewşeke bi êş e. Di van demên dawî de her wiha di navbera Bexda û Silêmaniyê de hinek hevdîtin çêbûn. YNK bi awayekî bû muxatebê esasî li Bexdayê, vê rewşê gelekî PDK aciz kir. Di rewşekê de ku mijara betalkirina wezîrtiya Hişyar Zêbarî (parlamenterê PDK’ê) di rojeva parlamentoya Bexdayê de ye. 

Li aliyê din, hema piştî wê ragihandinê şandeya Îranê hat Silêmaniyê. Ev şermeke din a dîroka partiyên Kurdî li Başûrê Kurdistanê ye. Li şûna bi Gorranê re li hev bikin, qaşo bûne yek, û hevdîtinan bikin, bicivin, dîsa Îranê dest avêt mijarê. Li şûna bi partiyên din re hevdîtinê bikin, li şûna di nav xwe de bicivin, dîsa berê xwe dane dagirkeran. Xulase YNK li latekî gelekî bilind û bi tehlûke sekiniye, divê bizane çawa were xwarê, naxwe ger lingê wê bişemite, êdî wê av û av biçe. Ne Îran û ne jî Tirkiye û ne jî partiyên li pişt vê darbeyê, ji destpêkê heta vê kêliyê ji lihevkirina di navber Gorran û YNK’ê razî nebûn û nabin. Ew naxwazin Kurd yek bin, wê demê karê wan namîne, divê lingê xwe li ser bedena vê xakê bikşînin. Ez vê ji we re bibêjim; dema plana parçekirina YNK’ê hatiye danîn, ji sedî sed mijara şerê çekdarî ya di navbera wan de jî bûye mijara nîqaşê. Ango hêzên ku agir sor dikin, niyeta wan gelekî xirabtir ji wê ye ku em difikirin. Ji bo wê, ger YNK nekaribe di vê pêvajoyê de xwe bispêre hêza xwe ya partiyê û li gorî rêziknameya xwe tevnegere, şansê dewamkirina vê rêyê wê ji dest bide. Naxwe, wê ji Silêmaniyê destpê bike heta Germiyan û Raperîn, dîsa bibin du alî û belkî jî çend alî.

Yazarın diğer yazıları