Almanya dê Îslamiyetê gotûbêj bike

Li Almanyayê êrişên li dijî Misilmanan zêde bûne, Wezîrê Navxweyî yê Alman Hans-Peter Friedrich xwest ku mijara Îslamiyetê divê bi awayeke vekirî û berfireh were gotûbêjkirin..
Wezîr Friedrich di daxuyaniya dayî kovara Der Spiegel, de ragihand ku divê mijara Îslamiyetê bi awayeke zelal were gotûbêjkirin û piraniya welatiyan jî dixwazin ev mijar were gotûbêjkirin.
Endamê berê yê rêveberiya Bankaya Navendî ya Almanyayê û endamê Partiya Sosyal-Demokrat (SPD) Thilo Sarrazin penarberên Misilman ên li Almanyayê rexne kir û diyar kir ku hawirdorê radîkal kirine. Wezîr Friedrich jî bal kişand ku divê ev mijare were gotûbêjkirin û gelek koçber bi awayeke serkeftî beşdarî nava civahê dibin, lê hê jî li welêt pirsgirêkên hevsengiyê hene.
Serokê Giştî yê SPD’ê Sigmar Gabriel jî di daxuyaniya dayî televîzyona ZDF de diyar kir ku divê polîtîkazan li hemberî pirsgirêkên hevsengiya civakî xwedî berpirsyartî bin û ragihanad ku di nava civaka me de dijmintiya Îslam û biyaniyan jî pêş ketiye.

BERLÎN

Yazarın diğer yazıları

    None Found