Alternatîf û muxalefet

Du gotinên ji hev cûda ne alternatîf û muxalefet, yek latînî ye, yek jî erebî!… 

Min her du gotin, bi mebesta 118. salvegera rojnamegeriya Kurd bi kar anîn. 

Piştî sed sal û çarîkek ji sedsalê jî medya Kurd li sirgunê ye. Lê Kurd di guhertineke diyalektîkî de ne û dagirkeran, di dagdeha dîrokê de didarizînin. 

Dagirkerên Kurdistanê, nema dikarin komên Kurd bi zincîr û leleyan girêbidin, pişta wan bidin dîwaran û bikujin, kom bi kom, wek Ahmed Arîf dibêje, bi 33 guleyan li çarmixên sêdarî bidin. Kurdan ew demûdewran mahkum kirin.

Hemberî ku faşîzma Îttîhadî ya kesk, qonaxek nû daye dest pê kirin jî, ketine nava tirseke mezin. Bombayên tirsê diavêjin, bi kontra û çete tirsê belav dikin. Dixwazin civaka Kurd tarûmar bikin, nexweş, ketî, felc û kor bikin. Bi kiryarên Hîtlerwarî navçe û bajaran li erdê yeksan dikin. 

Ev kiryarê faşîzan, li darî çavên cîhanê têne kirin. Cîhan bi lîstika sê meymunan dilîze. 

Cîhana ku îro, li hemberî komkujiyên Bakurê Kurdistanê bêdeng e, 101 sal in, li hemberî qirkirina Ermenî, Suryanî-Asuriyan jî, kenekî sexte dike. Ji sedsalî zêdetir e, bedena gelên li Kurdistanê bi qesetoran tê parçe kirin. Îro, di jêrzemînên berxwedanê de bedena Kurdan tê parçe kirin û şewitandin. 

Balkêş e, di salvegerên komkujiyan de, Xwedayî cîhana modern, diaxivin, lê gotinan ji hevokan didizin û diaxivin. Lê kurd van gotinên têne dizîn zemt dikin û bi pankart û sloganan di reşka çavên wan de rûdinînin.

Medya Kurd, piştî 118 salan, li sirgunê be jî, maskeya kenê sextekaran daxist û wek medya alternative derkete hole. Medya alternative e!… Ne medya muxalif!… Dibe ku li cîhanê medya alternative (!) werê bi navkirin, lê di rastiyê de, ew medya muxalafet e, ne alternative e. Du tiştên ji hev cûda ne. 

Vêce: Nû nû çîroka gelê Kurd tê nivîsandin. Çîroka Kurdan çîroka mirovaniyê ye û bi sê rengan tê nivîsandin. Dibê dîrok. Di rûpelên vê dîrokê de boyaxa çapemeniyê, hibra pênûsê û xwîn tevlîhev dibe. Ev nave guhertina diyalektîkî ye û dawiya sextekarî, derewan e; tefandina agirê efsûnbazên demokrasî ye, berteref kirina fetîşên faşîzan e… 

Medya Kurd, dîroka li Kurdistanê bi destanan tê nivîsandin wek waqanivîs radigihîne. Ev waqanivîs, xelekên doh jî eşkere dike. Ji ber ku her bûyera îro, xeleka zincîra doh e, ber bi sibe dibê herika çemê jiyanê û ber bi paşerojan dişêlihe. 

Di vê qonaxa guhertina diyalektîkî de; çete, kontra û hêzên artêşê dibin fermandariya Erdogan de, bakurê Kurdistanê kirina arêneya terorê; geh DAIŞ e, geh El Nusra ye, geh Seyfullah û Hizbullah e, geh JITEM e… 

Ji bo vê jî, divê rojnamevan û nivîskarên Kurd, ne tenê bibin palê waqanivîsan, dive dest biavêjin dîrokê, aboriyê, polîtîka, sosyolojî û nebêjin nabe, dest bi rojnamevaniya lêkolîner jî bikin… Ji bilî vê tu rê ji me re nehiştine.

Baş dizanim ku nabe, tiştekî wiha nabe  !.. Lê dibe, ji ber ku em mecbûr kirine, em ne bi kêfa xwe dikin. Şertên îro, vê riyê didin ber me. Medya alternatîf qîrên e, li hemberî faşîzmê, xerabkirina bêdengiyê ye. Medya Kurd bedengî xerab kiriye, lê ne bes e. Kesên ku dilê wî û mêjiyê wî, kesên ku wijdanê wî û zimanê wî lokme bide û bilive, divê dengê xwe bilind bike. 

Di vê qonaxê de ku navçe û bajarên Kurdistanê têne xerab kirin, dixwazin bi riya TOKÎ, navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê bikin dergehê rantê û demografiya Kurdistanê xerab bikin. Divê kes bêdeng nemîne. 

Divê kes nebêje, “edebiyat û felaket” tiştekî nabêje hev. Di demekê de ku, tefandina agirê efsûnbazên demokrasî ye, berterefkirina fetîşên faşîzan di pratîkê de ye, “edebiyata bêalîtiyê”, bi gotina Kafka “strana bêdeng û fîqên” e. Hinekî zexelî ye, hinekî paradoksa “wijdanê bêwijdanî” ye. Nav jî li vê rewşê nabe!.. 

Rojnamevanî entelektuelî ye, xwendin e, lêgerîn e, nivîsandin e; xwendina Sartre, Jena Kean, Serge Halimî û hwd., serpêhatî û pirtûkên gerîla şert e. Ji bo xwe naskirinê, naskirina kurdan û dagirkeran, şertê nabê nabê ye. Divê Ocalan bixwînin, bi rastî bixwînin, ne tenê guhdarî bikin. Ji xwendinê netirsin, tenê bi guhdariyê têr nebin… Hingî, biwêjên siyasî, aborî, felsefî û civakî wê di nava ava kimyewî ya mêjiyê mirov de avjeniyê bikin. 

Têkoşîna li Kurdistanê ji bo azadiyê ye, dîmenekî bi fîgurê “ciwanan”, bi fotografê kevin yê kavilên kevin, bi fotografekî nû yê Kobanê, Şingalê, Cizîr û Surê xemilandî ye. Dibê kirasekî nû yê jiyanê. Dînamîkên dîrokî ev in. Kurd di hundirê xaka xwe de ne girtî ne û ne jî sirgun in. Li xaka xwe, dagirkeran di dageha dîrokê de didarizînin. 

Berdêl giran e, xewnên me li Belçîka, li Almanya, Swêd û hwd. jî bi xwîn dikin. Êdî mekanîzmeya faşîzma Îttîhadî, îro di Qesrê de, di zimanê nexweşekî sara de, nikarê kontrola Kurdistanê bike. 

Medya alternatîf, riyên îdealîzekirina komkujiyan û faşîzmê girtine. Divê bigire. 

Divê alternatîf rojnamevanî, hibrê û boyaxa çapemeniyê baş bi kar bîne. Xwînê di avê de bidê hesin, du caran bistewîne û bike pola. Riyeke din li pêşiya me nîne. Bijartina riyeke din jî ketina teqanê ye, derketina ji sinorên jiyanê ye. Her mirov dijî, lê najî… Her bedena li ser du lingan jî, najî… Jiyan tiştekî din e… Divê medya alternatîf û rojnamevanên alternatîf e, vê cûdatiyê bibînin û binivîsin. 

Xiyanet, di jiyanê de mirina bi saxî ye. Ev gotin ne "edebiyata dîrokê", yan jî "edebiyata felaketê" ye, eger neyê bikaranîn, tirs e, û sed sal in Kurdan ditirsînin, xayin pêl serê mirovên bi namûs û welatparêz dikin. Nabe!.. Mirovê ku armanca wî ya felsefê û hişemendiyê, dîrok û azadiyê hebe, divê bibêje nabe, biqasî xayin û sergerdeyan degel be! 

Gotina dawî: Di vê dema guhertina diyalektîkî de, ji bo medya alternatîf û rojnamevanên alternatîf, "mikro dîrok" ne bes e. Dîroka ku Kurd dinivîsin, giranbiha ye, qalibên "mikro dîrokê" parçe kirine. Romana sedsalî ye! Babet û dabaşên girêdayî hev in, xelek û beş in… Rojname dinivîsin, radyo dibêjin, televizyon nîşan didin. Cengaweriya destanî lehengiya vê romanê ye. 

Kurdan neynika dîrokê şikandine, êdî razên di fulyona pişta neynikê de dixwînin. 

Kurd îro, bi kesayetiyeke dîrokî, çîroka xwe dinivîsin. Disîplîna akademîk , nêzîkatiya edebiyat û dîrokê ji bo Kurdan jî eşkere kiriye.  Medya alternatîf, rahiştiya fanosa Diyojen û li navenda Ewrûpa li rastiyê digere, li mafê mirovan, li demokrasiyê digere. Diqîre…

Diqîre û diyalektîka kole û efenditiya modern eşkere dike. Ev parçekirina nîr û rekiha koletiyê ye. 

Yazarın diğer yazıları