Antropolojî

Kultur yek ji form rengê jiyanê ye û tevgerek civakî ye ku di civakên mirovî de bingeha wê heye.

Kultur di antropolojiyê de têgehek bingehîn e û qada fenomenê ya ku bi têgihiştina civakî ve girêda ye.

Ev di civakên mirovî de xwe di serdema îro de veguheztiye qonaxek din. Hin aliyên şêwe û şêwazên mirovî, pêkanînên civakî yên mîna çand, formên derbirînê yên wekî huner, muzîk, dîlan, û teknîkên wekî karanîna amûran, çêkirina xwarin, stargeh û kinc, ew bi xwe zanîngeh û fakulteyên çandî ne.

Ev di civakên pêşketî hemûyan de têne dîtin. Têgîna çanda materyal vegotinên fîzîkî yên çandê ne, û yên wekî teknolojî, mîmarî û bê guman hunerê jî digire nava xwe.

Di heman demê de aliyên ne maddî yên çandî yên wekî prensîbên rêxistina civakî (di nav de jî kiryarên rêxistina siyasî û saziyên civakî), mîtolojî, felsefe, wêje (hem bi nivîskî û hem bi devkî) wek ku hin aliyên wê vedigerin dîroka Kurdan a zargotinê.

Zanist ji mîrateya çandî ye. Ev ji nava rengê civakê pêk tê.

Di zanistên zanistî de, hesta çandê wekî taybetmendiyeke takekes ew asta ku ew çandine asta pêşketinê ye di huner, zanist, û perwerdehiya etîk (exlaqî) de çêdike.

Asta pêşketina çandî carinan wekî şaristaniyên ji civakên kêm tevlihev tê dîtin.

Di heman demê de li ser çandê jî nêrînên cuda di navbeyna çîna di navbera çanda bilind a elîta civakî û çanda nizm de peyda dibe.

Di nava çanda populer an çanda gelêrî ya çînên jêrîn de, bi karakterê gihîştina qada kapîtalîzma çandî heye.

Di zimanê hevpar de, çand bi gelemperî tête kirin ku bi taybetî nîşanên sembolîk ên ku ji hêla komên etnîkî ve têne bikar anîn da ku bi eşkere xwe ji hevûdu wekî cil û berg û hin tiştên veqetin.

Di civakên girseyî de şêwazên girseyî û hilberîna agahdar a çanda gelên pêşketî ku di sedsala bîstan de derketiye holê û ji bo piraniya civak û gelan bûye serdemeke zêrîn.

Hin dibistanên felsefê, wek Marksizim di teoriya rexneyî de îdîa dikin ku çanda bi gelemperî ji hêla elîtan ve wekî amûrek ji bo elîtan tê bikar anîn, da ku meriv bi çînên xwerû tevlîhev bike û hişmendiya derewîn biafirîne, û ev perspektîf di lêkolînên çandî de hevpar in.

Di zanistên civakî yên berbiçav de, perspektîfa teorîk a materyalîzma çandî digire ku çanda sembolîk a mirovî ji mercên madî yên jiyana mirov derdikeve.

Li ku derê mirov şertên ji bo zindîbûna laşî diafirîne, û ku bingeha çandê di pêşveçûna tevgerên biyolojîk de tê dîtin û wê were dîtin.

Gava ku wekî navê civakê tête bikar anîn, “çand” komek adet, kevneşop û nirxên civakê bi xwe ye, wek grûbeke etnîkî an netewe. Ew zanebûna ye, bi demê re hatî bidestxistin.

Di çarçoveya vê wateyê de, pirrengîparêzî di nav çandên cûda yên ku li heman jîngehê de, bihevrejiyana aşitîxwaz û rûmeteke hevbeş bû nirx dike û em dikarin rewşa Rojavayê Kurdistanê ji bo vê mînak bidin ku di qonaxekê re derbas dibe alî hemû û pêkhatên deverê dikarin ji van prensîpan sûdekê werbigrin. Bi vê yekê re pirr pêwist e ku civakeke hevbeş û bi hêz ava bibe.

Ev çand jî ji bo danasîna hin prensîbên zanistê di navbera komên civakan de wê nikaribe ti caran dijberî jî bike.

Di çarçoweya antropolojiya çandî de, bîrdozî û pozîsyona analîtîk a relativîzma çandî îdîa dikin ku çand nikare bi hêsanî bê fêrkirin an nirxandin ji ber ku nirxandinek bi domdarî di nav pergaleke nirxdar de ew bi xwe di nav çandek taybet de ye.

Civaka Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi taybet (Rewşenbîr) bi ezmûnên xwe dikarin pir sûdê ji civakên pêşevtî de werbigrin û li ser bingeha antropolojiya vê serdemê xwe bi pêş ve bibin.

Yazarın diğer yazıları