Apê Mûsa çîrokeke dûr û dirêj e

50 kes bûn. Di sala 1950´an de ji aliyê hikûmeta Adnan Menderes ve hatibûn binçavkirin. Dewleta Tirk di nav dek û dolabên giran de bû. Li Başûr tevgereke Kurdî bi pêş diket û divabû rê li ber bihata girtin. Li cem Osmaniyan lîstik, xapandin û kemîn pir bûn. Bi mebesta doza Kurdistanê kirine 50 kesên ku piraniya wan xwendekarên zanîngehan bûn girtin û li Harbiyeya Stenbolê zindanî kirin. Di bin çavan de girtiyê bi navê Emin Batu dimire. Dimînin 49 kes. Doza bi navê 49´an weke rûpeleke ji berxwedena Kurd wisa di diroke de cihê xwe girt.

Mirovên gelek balkêş di nav wan 49 kesan de hebûn. Kesên rewşenbir, zanyar, nivîskar, bijîşk, parêzer û şoreşger ji nav wê kome derketin. Ji wana yên herî bal keşandin ser xwe jî Dr. Şivan (Sait Kirmizitoprak), Musa Anter, Yaşar Kaya û Medet Serhat bûn. Dr. Şivan di salên 70´yî de li Başûr amadekariya şerekî çekdarî dikir. Li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) bû. Him xebata rexistinkirina Bakur a ji bo şoreşê dikir û him jî li gel KDP´ê xizmeta gelê Başûr dikir. Lê di encama hevkariya KDPê ya li gel MIT´a Tirk de ew û hevalên xwe yên bi navê Çeko u Brûsk hatin kuştin. Li rûpelên îxaneta KD´ê ya li dijî Kurdan kirî de rûpeleke qirêj a din zêde kirin. Heta niha jî ne KDP û ne jî dewleta Tirk der barê wê komkujiyê de ti zanyarî û agahî belav nekirine. Bi taybeti KDP bûyerê weke nebûyî dihesibîne û bi gotineke din xwe kerr, kor û lal dike. Lê babet zelal e. Ji bilî çend kesên pê li wicdana xwe kirin, her kes jî baş dizane ku ew cînayetên îxanetî di encama kîjan bazar, kirîn û firotinan de pêk hatin.

Dîroka Kurd, wicdana gelê Kurd û dada gerdûnî ya mirovahiyê wê dûr an jî nêz vê hesabê ji aliyan bipirse.

Ji 49´an Medet Serhat parêzer bû. Di salen 90´î de Tirkiye û Kurdistan li ser gelê Kurd yê welatparêz vegerandibûn dojehê. Em behsa salên 90´î dikin, lê di rastiyê de dewleta Tirk ji destpêkê ve ji bo Kurdan nemaze ji bo Kurdên welathez weke dojehistan bûye. Bi taybeti salên 90´î ku şahidiya serhildana gelê Kurd ya di pêşengiya Partiya Karkerên Kurdistanê de dikir, barbariya wan jî gihistibû asta herî bilind. Rewsenbîr û welatparêzê Kurd Medet Serhat jî di wê tofana barbarî ya dewletê de ji holê rakirin.

Yaşar Kaya piştî Doza 49´an salên dirêj bêdeng ma. Bi destpêkirina şoreşa gerîla ku çar aliyên Kurdistanê ji bo kolonyalîstan vegerand goristanekê, ew jî tevli nav govanda azadiyê bû. Ji bo nifşên nû keyfxweşî û moraleke baş bû. Bi demê re bi şoreşê re ket nav nakokiyê. Ji refê xwe dûr ket, çû Başûr. Hizir bikin ku hevalê wan ê herî leheng û hêja ji aliyê KDP´ê ve hatibûn qetilkirin. Dîsa jî xwe avêtin hembêza wan. Bi kujerên Dr. Şivan re li ser heman sifreyê rûniştin û kiryarên xayîn neanîn bîra xwe. Kaya di dawiyê de xwe nêzî rejîma Erdogan jî kir, lê wan paye pê nedan. Di nav bêdengî û ji gelê xwe dûrketî de koça dawiyê kir.

Apê Musa jî salên dirêj li Stililê di nava qalikê xwe de ma. Cûntayên faşist civak vegerandibû halê miriyan. Komên şoreşgeran ji hev belavela kiribûn. Li zindanan nalenala êsîran bû. Mûsayê rewsenbîr wê çi bikira? Ji xwe re şovalyeyekî azadker dipan. Ew şoreşger ê azadker yê bi navê Egîd derket ser dika dîrokê. Bi wezîfeya tolgirtina dîroka hezar salan û ji bo hesabpirsîna îxaneta hundirîn çekên azadiyê li xwe kiribûn. Musayê kal demeke dirêj bi baldarî û bi çavên tije meraq li wan temaşe kir û paşê weha bigota; dem hat êdi min jî nema karî xwe ji wê pêla şoresê dûr bigirim. Zilm û barbarî hat, gihişt ber deriyê min.

Musa Anter an jî bi navê din yê di dilê gelê xwe de navdarbûyî Apê Musa bi giyanê ciwanên şoreşger tevli nav têkoşinê bû. Paşxaneyeke wî ya dewlemend ya çanda gelemperî hebû. Ji hiqûqê heta bi edebiyatê, ji dirokê heta agahdariya rojane ji gelek babetan têrûtijî haydar bû. Wê zanînê bi endezyarî ji bo nifşên nû vediguhest. Ji ber ku bi xwe jî rojnamegariya salên  60´î kiribû, di warê ragihandinê de jî xwedan tecrûbe bû. Nivîs û nêrînên wî yên digihiştin gel û bi taybeti jî ji bo nifşên nû sedemê dilşadiyê bûn.

Apê Mûsa çirokeke dûr û direj e, bêguman di quncikekê de cih nagire. Helbet dijminên mirovahiyê li ber ciwantî, kal û pîrîtiya Kurdan nakeve. Ya dilê mirov disoje, di qetilkirina wî de jî weke ya Dr. Şivanî destê Kurdên xayîn heye. Yên ew teslîmê dijminan kirin jî, li ser xwîna wî bûn xwedan text û desthelat. Ew jî ji dada dirokê re maye.

Di 27´mîn salvegera koça dawî ya Apê Kal de carekî din silav li giyanên pakrewanan.

Yazarın diğer yazıları