Aqûbeta Xelata Nelly-Sachs îsal ne diyar e

Kurd Xelata Nelly-Sachs kêm zêde nas dikin. Li Dortmundê du salan carekê didin nivîskarên jêhatî û afirîner. Herî dawî (2017) nivîskarê Kurd ê naskirî Bextiyar Elî ev xelat wergirtibû. Îsal jî diyar bûbû ku nivîskara pakistanî-britanî Kamila Shamsie xelatgira îsal e. Lê li Elmanyayê ji ber helwêsta nivîskar a beramberî Îsraîlê hin kes îtîrazan dikin û dibêjin, bila xelatê nedin wê. Ew kes dibêjin, Kamila Shamsie ne tenê rexneyên pirr giran li dewleta Îsraîlê digire, ew ji dewleta Îsraîl nefret dike. Her wiha piştgira kampanyaya BDS´ê ye ku ew jî Îsraîlê wekî “dagirker” pênase dike, banga boykotkirina Îsraîlê dike, û li dijî hebûna dewleteke Cihûyan e. Her wiha kesên îtîraz dikin dibêjin, Nelly Sachs şair û nivîskareke Cihû bû û ji ber Naziyan mecbûr mabû terka warê xwe bike û xelata Nobelê wergirtibû.

Heta, Kamila Shamsie hingî ji Îsraîlê aciz e ku nexwestiye pirtûkên wê bi zimanê Îbranî derkevin; ji ber ku ew dibêje, ez weşanxaneyeke bi zimanê Îbranî kar dike û ne alîgirê Îsraîlê ye, nas nakim, loma jî naxwazim. Her wiha di gel hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Ingilîz The Guardian re, boçûna Îsraîlê ya li Rojavayê Şeriayê bi peyva “apartheid” terîf kiribû. Wekîla karê Antîsemîtîzmê (Antisemitismus-Beauftragter) li eyaleta NRW Sabine Leutheusser-Schnarrenberger jî ji rojnameya Ruhrnachrichten re peyiviye û gotiye, bila xelatê bidin yeke/î din.

Piştî ewqas niqaşan, ka em ê bibînin xelatê wê bidin Kamila Shamsie yan na!

DORTMUND

Yazarın diğer yazıları

    None Found