Arîn Şengal şehîd bû

Fermandariya YJŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervana bi navê Arîn Şengal ya 7’ê Sibatê di encama qezayekê de şehîd bûye, eşkere kir û sersaxî ji hevrê û malbata wê re xwest.

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) got, wê di sala berxwedan û serketinê de li ser xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan bi biryardarî bimeşin û tola şehîdan hilînin. Der barê Arîn Şengal de hate gotin, “Hevala Arîn ku di pêngavên li dijî DAIŞ‘ê hemûyan de cih girt, piştî pêngava Reqayê berê xwe da Şengalê û weke pêşeng û rêveber cihê xwe di nava refên YJŞ’ê de girt. Li ser şopa Xatûn Ferxa, Zerîfe Ose, Berîvan û Arînan bû ruhê berxwedanê yê jinên Êzidî.”

ROJNEWS/ŞENGAL

Yazarın diğer yazıları

    None Found