Armanc kuştina sivîlan e

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên başûrê Kurdistanê dewam dikin. Balefirên şer ên Tirk doh gundên Qendîlê, qadên Xakurkê û Bradostê bomberdûman kirin. Di êrişa li ser gundê Bolê de li du malên sivîlan xisar çêbû û 4 kesên sivîl birîndar bûn. Hate diyarkirin ku birîndarê bi navê Ehmed Ebdullah rewşa wî giran e.

Piştî êrîşên hewayî li herêmê balefirên şer digerin. Balefirên şer doh saet di 09.30’an de qadên Bradost û Xakurkê bomberdûman kirin. Di heman demê de li ser bajarokên Wertê û Qesrê yên Çomana Hewlêrê jî balefirên keşfê geriyan.

Balafirên şer li ser asîmanê wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê jî digerin. Li gorî agahiyên nûçegihanên herêmê, ji doh danê sibê ve liv û tevgera balafirên şer li ser wargeha penaberan a Mexmûrê heye. Nayê zanîn bê ka balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker in, yan jî yên koalîsyona navnetewî ne.

Hêjayî gotinê ye balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk di 18’ê Tîrmehê de saet li 00:10’an Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bombebaran kiribûn. 

 MEXMÛR

Yazarın diğer yazıları

    None Found