Armanc pêkanîna şoreşeke demokratîk e

Aldar Xelîl:Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve Erdogan destdirêjiya nava Sûriyê kir, destek da Îxwan El-Mislimîn û hin komên din. Çarenûsa gelên Rojhilata Navîn girêdayî hev in, dewleta Tirk li pêşiya her pêşketina li tevahî herêmê dibe asteng.

EKREM BEREKAT / ÇEKDAR GULAN / ANHA/QAMIŞLO

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan 12’ê Hezîranê cara 3’emin çûn Îmraliyê û bi miwekîlê xwe re hevditin kirin. Ocalan di hevdîtina dawî de bal kişand ser gelek xalên girîng yên têkildarî aloziya Sûriyê. Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl der barê nêrîn û peyamên Ocalan de peyivî.

Aldar Xelîl di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser keda Ocalan a di şoreşa rojava de û got; “Birêz Ocalan beriya bi salan bi rêya pirtûk û parêznameyên xwe ji bo pêkanîna şoreşeke demokratîk û civakî di nav gelan de, têdikoşe. Nirxandinên Ocalan ne tenê ji bo pêvajoyeke siyasî girêdayî mijarekê ne. Nirxandin û nêrînên wî ji bo pêkanîna şoreşeke demokratîk e.”

Negihiştin ti encaman

Xelîl di dewama gotinên xwe de diyar kir ku nabe aloziya Sûriyê ji aloziyên li Rojhilat Navîn were qutkirin, di heman demê de nabe aloziyên li Rojhilata Navîn ji sîsteme desthilatdar a li ser bingehê rejîma kapîtalizmê hatiye avakirin, were qutkirin û got: “Rejîmên desthilatdar ên cîhanî li ser esasê pişaftin û qirkirina gelan hatine avakirin. Çima aloziya gelan li Misir, Tûnis, Lîbya û Cezayîr heta niha Çareser nebûn? Ji ber ku dixwazin bi heman rêbazên berê çareser bikin, sînor di nava civakê de parastin, belavbûna ku wan rejîman di nava gelan de derxistin jî parastin, lê aloziya civakê ne nirxandin, ji ber wê negihiştin ti encamî.”

Da Kurd mafê xwe bi dest nexin

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl bi bîr xist ku aloziyên li Rojhilata Navîn yek in û ew jî Kurdistan e û wiha peyivî: “Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve hikûmeta Tirkiyê bi serokatiya Erdogan destê xwe dirêjî nava Sûriyê kir, destek da Îxwan El-Mislimîn û hin komên din. Ji ber ku dewleta Tirk dizanî ku aloziya sûriyê wê bandorê li ser Tirkiyê û giştî herêmê bike. Hemû kom û meclisên li Tirkiyê hatin avakirin bi talîmatên Erdogan bûn, ji ber ku Erdogan û sîstema desthilatdariya navîn têgihiştin ku wê rûdanên li Sûriyê yekser bandorê li Tirkiyê bike. Erdogan dixwaze rûdanên li Sûriyê li gorî berjewendiyên wî bi rêve biçe û tu sîstemeke demokratîk li Sûriyê ava nebe û gelê Kurd mafê xwe bi dest nexin.”

Sûriyê wê bandorê li Tirkiyê bike

Aldar Xelîl di dawî de îşaret bi axaftina Ocalan a “Siyaseta derve û ya hindirîn a Sûriyê û Tirkiyê bi hev ve girêdayî ne û nabe ji hev were qutkirin jî got: “Aloziya li Sûriyê ne aloziya Şamê bi komekê re ye, lê belê encamên krîzên li ser asta herêmê û cîhanê ye. Tirkiyê jî beşek ji herêmê ye, her krîzek wê bandorê li Tirkiyê û tevahî herêmê bike, di heman demê de heger desthilatdarî li Tirkiyê dewam bike wê bandorê li Sûriyê jî bike. Her pêşketinek di doza Kurd de wê li Tirkiyê bandorê li doza Kurdên li Sûriyê bike, dîsa ya Sûriyê wê bandorê li Tirkiyê bike. Çarenûsa gelên Rojhilata Navîn girêdayî hev in, Tirkiyê li pêşiya her pêşketinê li tevahî herêmê dibe asteng.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found