Armanc têkbirina ewlehiyê ye

KELSOMA ELÎ / ANHA/QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêma ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike. Xelkê herêmê vê weke hewldaneke li dijî ewlehiya herêmê û aramiya wê dihesibîne. Rojane wêrankirin, kuştin û dizî minakê vê yekê ne.

Siyasetmedar û endamê rêveber ê PYD’ê li navçeya Girkê Legê Fûad Sedî l iser mijarê peyivî û diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmeke ewletirîn ên Sûriyê ne û got:”Tirkiyê dixwaze maf û nasnameya Kurdan çi li hundirê Sûriyê çi jî li derve bi hemû rêbazan desteser û qir bike. Herêma ewle ya dewleta Tirk di navê de cih bigire, li dijî mafên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Sedî li ser kiryarên dagirkeriya Tirkiyê li dijî şêniyên Efrînê jî got:”Divê hemû pêkhateyên beşdarî Rêveberiya Xweser bûne, dersên xwe ji mûzayika Efrînê ya ku hemû pêkhateyên Sûriyê hembêz kirine û nimûneyên biratiya gelan, jiyana hevbeş û rêxistinê bûne, bigrin. Lê niha jî bûye qada koçberkirinê, talan, wêran û kuştinê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ku niha dixwaza herêma ewle ava bike.”

Divê di bin çavdêriya NY’yê de be

Fuat Sedî di dawî de bang kir ku divê herêma ewle di bin çavdêriya NY’yê û hêzên navdewletî yên hevpar de be û go:”Armanca me ew e ku Sûriyeke demokratîk û azad tê de edalet, biratiya gelan, jiyana hevbeş dûrî guhartina demografiya Sûriyê hebe, pêk were. Ji lewre bang dikin ku herêma ewle di bin çavdêriya Meclisa Ewlehî, NY’yê û çavdêriya hêzên navdewletî de be.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found