‘As’ hêviyê dihebîne

Çendek berê albûma duyamîn a muzîkjen Serhat Ertuna “As” derketibû. Ertuna ji bo albûma xwe “As” dibêje: “Me ji dêvla stranên reşbîn, repertuareke pozîtîf û bihêvî hilbijart.”

Muzîkjen Serhat Ertuna got di albûma wî “As” de her stran xwedan çîrokek e û wiha peyivî:”“Mesela strana ‘Bikene’, li erdnîgariyên ku ji ber çewisandinên civakî û polîtîk ken wekî zafiyetekê xwe dide der û li hemberî terhê arebeskî, êş û keserê xwedî nêrîneke serîhildêr e.”

Repertuareke pozîtîf û bihêvî

Ertûna dibêje wî xwestiye di vê albûmê de hêvî derxe pêş: “Loma jî me ji dêvla stranên reşbîn, repertuareke pozîtîf û bihêvî hilbijart. Hêvîdar im di nêvengeke ewqas negatîf û aloziyî de ev album bibe cihê bêhnstendinê.”

Bedeneke bê can

Ertûna ji bo muzîkê dibêje “Dema gotin têr nake, muzîk dikeve dewrê” û wiha diaxive: “Bi muzîkê ew pêwendiya hestan baş tê danîn. Mirov di hemû rewşên hestiyar de berê xwe dide muzîkê û xwe di muzîkê de dibîne. Eger bi navê can tiştek hebe, tekane tişta ku wê xweyî dike jî muzîk e. Wisa difikirim ku cîhaneke bê muzîk, dişibe bedeneke bê can.”

Hîn jî Kurdî nayê hesabandin

Ertûna diyar dike ku herî zêde muzîk bi zimanê zikmakî xweş e û dibêje: “Wisa difikirim ku herî zêde muzîk û hest bi zimanê zikmakî tê bilêvkirin. Hîn jî Kurdî nayê hesabandin û bi gelek astengiyan re rû bi rû dimîne. Divê li Tirkiyeyê û cîhanê Kurdî di platformên hunerê de cih bigire. Sedema herî girîng ya ku bi Kurdî distrêm jî ev e. Ji bo vê yekê têdikoşim.”

MA/AMED

Yazarın diğer yazıları

    None Found