Awazdaner û tembûrvanê çiyayî: H. Serhed

Ew nifşên salên hezar û nehsed û heyştê, bi taybetî xwendekarên li metropolan, hem bi şans bûn û hem jî bêşans bûn. Bêguman ev bişansbûn an jî bêşansbûna ku ez ê di çarçoveya vê nivîsê de behsa wê bikim; ji bo hemû nifş-xwendekarên kurdan ên wê serdemê bi vî rengî nîne. Ew nifşê ku bi kirin, berxwedan, şikestin û serbilindiya xwe dê bibe mijara vê gotarê, ew nifş bû yê ku xwedî li nasname û nirxên xwe yên civakî û neteweyî derdiket, li himberî her cure êrîşên hovane jî gav bi paş de nediavêt û amadebû berdêlên gelek giran bida.

Bişansbûna wan ew bû piştî darbeya sala 1980î, tevgera kurd bi awayekî sîstematîk di nava gel de şax û per vedayî, reh kûrdaketî dibû. Ew berxwedana li zindan û ya li çiyan ber bi dawiya salên heyştêyî ve li bajaran giha hev û xala xwe ya herî jorîn pêk anî. Di wan salan de rojname, kovar, pirtûk, xwepêşandan, niqaşên îdeolojîk û hwd. gelek pêş diketin. Ciwanên welatparêz jî ji van niqaşan ne bêpar bûn. Yên ku xwedî hesasiyeteke nasnameyî bûn, dikarim bêjim ku tûrikên xwe dagirtin.

Aliyê wê yê giran jî ew bû ku di wê demê de kurd di nava şert û mercên herî dijwar û hêvîşikestî de bûn, li asoya têkoşîna azadiya nasnameyî û neteweyî ya herçarparçeyan jî pêtikên hêviyeke geşbîn korikî jî xuya nedikir û her wisa jî, bi milyonan kurdên ku îro xwedî li doza xwe ya neteweyî û civakî derdikevin, ji mafên xwe yên nasnameyî û çandî bê hay û xeber bûn.

Di asta seranserî ya Kurdistanê de jî gelek bûyerên dijwar diqewimîn; wek mînak li Îranê Xomeynî berî heyştêyî bibû desthilatdar… Şerekî dijwar di navbera Îran û Iraqê de qewimîbû li herêmên kurdan û 8-9 salan berdewam kiribû û gelek kurd koçber bûn. Sedam Huseynê ku aqûbeta wî bi ya keftarên qula reş bidawî bû; bajarê Halepçe kîmyabaran kir û bi sedhezaran kurd revîrevî xwe li sînoran didan û dengê nalîn hawara Kurdistanê di wan kêm guhên dilsoz ên law û keçên wê de bijanî olan dida. Li bakurê welêt jî, Kenan Evrenê Dîktator şerekî şekenandinî li dijî kurdan dabû destpêkirin.

Li dijî vî zalimî berxwedan û desthilanîn li hemû seheyên jiyanê berfireh dibû, pê re jî tesîra xwe li zanîngehan jî dikir û şagirtan hêdî hêdî xwe birêxistin dikirin, lê wek ku hûn ê jî bi rehetî tê derxin, hejmara wê koma ciwanên xwendekar gelek lê gelek bi sînor bû. Bi piranî malbatên ku zarok an jî xizmên wan di nava gerîlla de bûn an jî bi awayek ji awayan têkiliyên wan bi tevgerên siyasî yên berî salên darba leşkerî ya Turkiyeyê re hebûn, xwedî hestên welatperweriyê bûn.

Di nava van şertên dijwar de li Zanîngeha Ege ya li bajarê Îzmîrê min Suleyman Alpdogan binasnavê hunerî Hozan Serhad nas kir. Sal 1988-89 bû.  Me hê nû dest bi zanîngehê kiribû, em bi atmosfer û dunyayeke berfireh a guftûgo û niqaşên çînayetî, nasnameyî, kolaniyalîzmî û rizgariya çanda neteweyên bindest re hatibûn himberî hev. Li aliyekî şagirtên welatparêz dixwestin cudahiya têkoşîna xwe ya nasnameyî bi şagirtên çepgir ên Turk bidin qebûlkirin û li aliyekî din jî, hewl didan li himberî êrîşên dewletê yên li welat bibin deng.

Hozan Serhad di demeke pir kurt de di nava şagirtên welatparêz de hate naskirin. Lê ez dikarim bêjim ku ne bi hunera xwe lê bi helwesta xwe ya welatperwerî û kelecana xwe ya têkoşînî derket pêş. Hema bêje di hemû çalakiyên protestoyî yên li nava kampûsê û yên li derveyî zanîngehê Hozan Serhed hebû. Tevî ku li derdora şagirtên welatperwer biqasî tê bîra min ew tenê zewicî bû û hevjîna wî Yildiz turk bû jî, bi wê coş û kelecanê xwedîhelwestbûna wî ya siyasî gelek bal dikişand.

Dewletê her diçû zextên xwe li ser şagirtan zêdetir dikir. Biavêtina sermalan, girtina şagirtan û êşkencekirinê re, hejmarek şagirt di destpêka salên notî de berê xwe dane çiyê. Di wê demê de Hozan Serhad û Yildiz jî tevlî nava refên gerîlla bûn.

Piştî Îzmîrê min û H. Serhed me hev û din cara pêşî li festîvala Navdewletî ya li bajarê Almanyayê Bochumê dît. Rêwîtiya wî ya tije macera ya ber çiyan ve, pişt re zindana rejîma Beas a Sûrî û Akedemiya Mahsum Kormaz û Almanya. Piştî ewqas sal jî Hozan Serhed xwedî heman bişrîn û çavan bû ku bi dostanî û hevaltiyê dibirîqî . Yek bi yek li hevalan dipirsî û behsa xebata ku ew ê bike dikir.

Projeyên wî yên ji bo pêşxistina muzîka kurdî hebûn. Ji min jî daxwaz kir ku ez ji bo wî hinek helbestan wergerînim da ku ew di karên hunerî de bikar bîne. Lê mixabin ew kar û hemû ew karên ku ew ê Serhed ji bo muzîka kurdî bikira nîvco man.

Tembûrvanê çiyayê kurdan, dengê zelal û zengilî yê ji bulûra Evdalê Zaynikê, hevrê qulingên hêviyên asoyî, lehengê kilamên bav û kalan, lorîna dayikên şehîdan; ew ê deng û zingîniya tenbûra te ya bibang û meqamê azadiyê; dê herdem di guhên me kurdan de olanvedayî bimîne…

Yazarın diğer yazıları