Awusturyayê 2 zarok birin

Roja çarşemê, şandeyeke Awustiryayê ya bi serkêşiya Counter Racer ê nûnerê fermî yê Wezareta Karê Derve ya Awustiryayê di Deriyê Sêmalka re yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, gihaşt Rojava da ku 2 zarokên sêwî yên welatiyên Awustiryayê yên ku li kampa Holê bibe.

Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Kiêt, hevseroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Rûken Ehmed, rayedarê li Daîreya Têkiliyên Derve Abdurehman Selman û rayedara Rêveberiya Buroya Têkiliyên Derve ya YPJ’ê Aytan Îsa, şande pêşwaz kir.

Piştî her du aliyan li ser mekanîzmaya redestbûna her du zarokan li Navenda Têkiliyan a Deriyê Sêmalka û çavdêrkirina şandeyê li ser belgeya ku tenduristiya zarokan ji aliyê cinsî û derûnî ve baş in, hat nîqaşkirin, Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her du zarok radestî şandeyê kirin.

Radestkirin bi protokol pêk hat

Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Awusturyayê Counter Racer di civîneke çapemeniyê ya li Daîreya Têkiliyên Derve spasiya wan kesan kir ku di ber zarokan de ked dane. Her wiha ji bo keda Rêveberiya Xweser û QSD’ê ku terora DAIŞ’ê têk biriye, spas kir.

Der heqê civîna çapemeniyê de cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Fener El-Kiêt jî axivî û got: “Bi rêya têkiliya di navbera Daîreya Têkiliyên Derve û Wezareta Karê Derve ya Awustriyayê de li hev kirin, her du zarokan li gorî protokol û qanûnên navdewletî hatin radestkirin.

ANHA / QAMIŞLO

Yazarın diğer yazıları

    None Found