Ax dilê minê çiqas zîz e!

Yeko ARDIL

‘Ax dilê minê çiqas zîz e, kewa min gozel e qîz e, li serê govendê dilîze, li serê dîlanê dilîze, lo dilo!…’

Di ser wefata mamoste Aram Tigran re deh sal derbas bûn. Eger niha karibûya serê xwe rake teqez wê bi kenê xwe yê şîrîn bigota, binêrin çiqas zû dem û dewran borîn û we jî ez ji bîr kirim!..Bi rastî jî mirov gava dêna xwe dideyê, dibîne ku ev dinya çiqas fanî û bêwefa ye. Çinarên jiyanê yên mîna Aramê Tigran jî di zikê xwe yê têrnabe de daqurtand û di nav axa sar de ji cîhanê jî sar kir.

Helbet mirovên hinde berhemdar û feyde dayîne mirovahiyê ji dilê gel û hezkiriyên xwe dernakevin. Lê mamoste Aram helbet xwedan cihekî taybet e. Mamoste ne tenê hunermend û afirînerekî hêja yê jiyanê bû. Gava mirov li ser navê Aram bisekine divê mirov ji çend aliyan ve lêbikole ku ya pêşî nasnameya wî ya Ermen e. Mamoste wek berhemek ji komkujiya mezin a salên şerê yekemîn ji me re mabû. Di wê komkujiyê de bi milyonan zarok, jin, kal û pîrên Ermen, Siryan, Êzîdî, Rûm û wekî din hatîn qetilkirin. Di dîrokê de wehşeteke bêmînak ji aliyê serdestên Tirk ve pêk hat. Erdnîgara ku ji avabûna cîhana bimirov ve nav û nîşanên Ermenan li ser bû, ji kokê ve hat rûxandin, hat sotin, hat qelandin. Pêşî mirovên li ser hatin jinavbirin, paşî jî mohra wan ya dîrokî ji ser axa Anatolya û Mezopotamyayê hat paqijkirin. Zarokên wan yên saxmayî xwedî kirin, kirin misilman, jin û qîzên wan ji xwe re kirin qerwaş yên bişans bûn bûyîne bermaliyên misilmanan. Di dilê wan de ax û kesera dayîk û bavan, li ber çavên wan xwîn û cesedên qetilkirî ji mêrên misilman re henek û yariyan kirin. Gelek ji wan di tevahiya jiyana xwe de kêlîkek jî jidil bi jiyanê şad nebûn, heta mirinê jî ew nefret û kîna ji kujeran ji bîr nekirin.

Lê di nav tabloya xwînî de hind fîgûrên piçûk yên ku piçek jî be dilê mirov hêsan dikin jî hene. Wek mînaka Garapêtê Xaço, wek nimûneya Aramê Tigran. Ew kesayet ji aliyê Kurdên misilman ve ji destê Tirkan hatin rizgarkirin. Di wê babetê de çi bandora xwe li wan Kurdan kirî mirov baş nizane, dibe ku ji ber egerên mirovane, dibe ku ji ber sedemên axayane ku wan jî xwe wek desthilatên herêmên xwe didîtin û ji nav û rûmeta wan re jî nizmbûnek bû ku Tirk werin ji nav destên wan jin û zarokên Ermenan derxin bibin ser jê bikin û ew jî bêçare li dîmenê temaşe bikin. Lê her çi dibe bila bibe, kêm an jî zêde be, rizgarkirina hinde Ermanan ji aliyê Kurdan ve dilê her Kurdî jî şad dike. Bi dehan çîrokên wiha me guhdarî kirine an jî xwendine. Lê heta niha ji aliyê gelê Tirk an jî serdestên Tirk ve em rastî parastin an jî xwedîderketina Ermenek jî nehatîne. Ev jî di warê xwe xaleke balkêş e. Helbet ev bi tenê tespîtek e û nayê wê maneyê ku ev gel ji gelê din çêtir e. Ev nirxandin jî ji wîcdana dîrokê re mayî ye.

Gava mirov dêna xwe didê, dibîne ku di encama wan hemû tevkujî, talan û wehşetan de ji wan re jî tiştekî bi rûmet û bi feyde nemaye. Binêrin, ji destpêka avakirina komara Tirk heta niha ji wan re jî rojeke xweş û geş nîne. Ew jî xwe dixapînin, nexwe baş dizanin ku xweşî, rehetî, azadî, serbixweyî ne ew yên ku bi darê zorê li ber wan hatîn hîn kirin in. Ji şer û pevçûnan bigir heta bi felaket û bobelatên xwezayî tev de jî berhemên wê pergalê ne. Lehiyek radibe, bajar û gundên wan wêran dike. Berî pêncî salan nivîskarê esilkurd Yaşar Kemal li ser daristanên sotandî nivîsîbû, hişyar kiribû ku dê di rojên pêş de afatên giran li benda wan bin, lê kesî guh nedayê. Guhdanê jî deynin alîyek di dema desthilata van bêbavan de ji xwe daristan û şînahî jî nehêlan, qir kirin .

Her wisa berhemên wek mamoste Aram ji nav wê lehiya xwînê, ji nav wê barbarî û talanê, ji nav wê qîr û qetranê derketin, bûyîne nûner û sembola azadî, evînî û aşîtiyê. Mirov şaş û metel dima ku li gel hemû êşên giran û bêsinor jî ew mirov çawa dikarin hinde şîrîn û xweşik bikenin!? Çawa dikarin hinde bi hezkirina mirovan tijî bin, çawa dikarin hinde kûr û fireh ji xwezayê, ji jiyanê hez bikin!..

Di salvegera koça dawî ya mamosteyê mezin Aramê Ermen de, em carekî din bejna xwe li ber rûmeta wî ditewînin. Stranên te, evîna dilê te û rûmeta te ji me re hiştî wek mîrate wê her tim li gel me bijî.

Daxwaz û hêviya dilê te ya te digot: Bila hemû tank, top û cebilxaneyan bihelînin, bikin tembûr û cûmbûş jî wê ji bo me xeyaleke pîroz be.

Ax mamoste, nizanim çima îro dilê min jî hinde zîz e!

Ax dilê minê çiqas xerab e, wê çêbe çare nabe, eger fermana jî rabe, wê mexseda me şa be lo dilo…

Yazarın diğer yazıları