Axaftina bi Kurdî divê bibe çand

Hevseroka DÎSA-DER´ê Evîn Adîn diyar kir ku divê her kes bibe şerkerê zimanê xwe yê dayikê û got, “Lazim e ku civaka Kurd xwedî li zarokên xwe derkeve û zimanê Kurdî jiyanî bike.”

Gelê Kurd, her sal di 15’ê Gulanê de, roja derketina hejmara yekê ya Kovara Hawarê di sala 1932’yan de li Şamê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve, weke roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike. Saziyên Kurdî bi pirranî vê di çalakiyên hefteyekê de belav dikin. Li Wanê, xebatên zimanê Kurdî, ji aliyê Komeleya Lêkolînên Huner û Çanda Ziman (DÎSA-Der) bi kursan dewam dike. Hevseroka Komeleyê Evîn Adîn derbarê Cejna Zimanê Kurdî de axivî û xwest her kes li dijî bişavtinê, weke helwêstekê, bi Kurdî bi axive.

Yek ji zimanên mezin

Adîn diyar kir ku divê ti ziman bi bişavtinê neyê tinekirin û got, “Ev polîtîkayên li dijî Kurdî divê ji holê rabin. Zimanê Kurdî li Rojhilata Navîn, yek ji 4 zimanên herî mezin e. Rojhilata Navîn dîroka destpêkê ya mirovahiyê ye. Divê Kurdî bê parastin û hîna zêdetir mirov pê bipeyivin. Kurdî zimanekî dewlemend e û bersiva jiyaneke nû ye. Ji ber vê, divê bê parastin û fêrkirin. Ligel ku zimanê Kurdî ne fermî ye jî, li ser vê erdnîgariyê tim hebûye û hebûna xwe dewam kiriye.”

Divê her kes bibe şerkerê zimanê Kurdî

Hevseroka DÎSA-Der´ê Evîn Adîn di dewamê de got, “Divê dayikên me, zarokên me û ciwanên me hîna zêdetir bi Kurdî biaxivin. Divê em li dijî bişavtinê berxwedana ziman xurt bikin. Bi awayekê azad Kurdî nayê axaftin. A rastî, zimanê Kurdî di nava berxwedanekê de ye. Ji bo vê, divê her kes bibe şerkerê zimanê xwe. Bi Kurdî axaftin divê bibe çandek. Divê em pirtûkan bixwînin, li helbestan guhdarî bikin û stranan bibêjin. Ev hemû di warê zimanê Kurdî de xwedî girîngiyeke mezin in.”

MA / WAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found