Ayetên pirtûkên pîroz yan çîrokên dîrokê

Dema mirov bi kûrahî dikeve nava hin belgeyên dîrokê, rûpelên hatine veşartin, yan jî di nava mij û dûxanê de hatine wendakirin, werdigerîne û hinek rastiyên wê demê hûrdikole, bi derewên wan re dirûberîne û di serada hişmendiyê re derbas dike, dibîne ku du tişt pêk hatine. Yek, hemû çîrokên dîrokî wek ferzên xweda derxistine pêş. Du, çalakiyên lehengên çîrokên hatine wergirtin, mîna çalakiyên lehengên dînî hatine raberkirin. Van rastiyan anîna rojevê wek gunehê herî mezin bi mirovan danin pejirandin. Di nava van çîrokên dîrokî de ya herî balkêş çîroka "Heft Ciwanên" di şikeftekê de razayî ye. Ev di Elmanî de wek "Heilige Sieben Schläfer" tê zanîn.

Ev çîroka balkêş di 28´ê Gulana 585´an berî mîladê li Yemlihûş (Yemlîha /Kayserî) li devê çemê Helisê (Kizilirmak) pêk tê. Di wê rojê de şerê di navbera Medan û Lidyayiyan de li derdora çemê Helisê pirr giran dibe. Ji qêrîn û hawarê dibe zimîna erd û ezman. Zarokên nav Yamlihuş, Meksaluş Misluş, Mernuş, Deberuş, Şazenuş û yekê sêwiyê kes navê wî nizane, bi hawar û qêrîn ji wir direvin, dikevin şikefteke li dora çemê Helisê û wenda dibin. Gelê li vê herêmê yên wê demê hin bi Hîtîtî, hin bi devokeke Lûvî û beşek jî bi Fîrîgî diaxivîn. Ev navana, li gorî hinan navên Hîtîtan, li gorî hinan jî navên Firigî ne.

Wê rojê saet di yekê nîvrojê de roj jî bi tevahî tê girtin û her der tarî dibe (ev rojgirtin bi zanyarî hatiye îsbatkirin). Ji ber ku gelê wê demê haya xwe ji diyardeya rojgirtinê tunebûn, vê wek xezeba xwedawendan têdigihîjin. Li ser vî bingehî jî şer radiweste. Serwerê Medan û Lidyayiyan ji bo xatirê van zarokan li devê çemê Helisê çadirê vedigirin û di wê çadirê de li hev tên. Piştî lihevhatinê leşker şikeft bi şikeft digerin lê wan zarokan nabînin.

Leşkerê Lîdyayî dema vedigerin Egeyê vê çîrokê vedibêjin û ev çîrok li hin deverên nêzîkê Efesê wek efsaneyekê belav dibe. Belê rastiya çîrokê ev e. Piştî ku Xiristiyan li vê heremê baweriya xwe hetanî radeyekê didin rûniştin. Xiristiyan vê çîrokê ji nû ve li gor heremê şîrove dikin û ev dikeve nava Încîlê jî.

Xiristiyan wisa şîrove dikin: Keyserê imparatoriya Rom Decius di sala 250´î pişt mîladê tê Efesê ji Xiristiyanan dixwaze ku ew cardin vegerin ser dînê Romayiyan, ji ber ku Xiristiyan vê daxwazê napejirînin, gelek ji wan tên kuştin. Heft xortên 14-15 salî tînin, ji wan ji dixwazin; ew vegerin ser dînê berê. Ji ber ku salpiçûk in, wan nakujin, demekê bi sînor didin wan, da ew li ser vê bifikirin û vegerin. Dema Keyser cardin tê ew zarok diçin, xwe di şikefteke baxirên Efesê de vedişêrin. Decius, derê şikeftê bi zinarên giran digire, lê ew namirin, 200 sal dû re radibin û dibin Xiristiyan. Nav heman navên ku li şikeftên Yemlîhayê ne. Dibêjin zarok dema roj derdikeve hişyar dibin û wek pîroziyên Xiristiyanan jiyana xwe didominin. 

Îslam jî vê wek çîrokeke Îslamê vedinivisîne. Dibêjin, ji qiralekî zalim revîne, hevsed sal razane, rabûne bûne Misilman. Jê re "Ashab-i kehf" dibêjin. Di sureya Kehf ayet 17-18´yan de derbas dibe. Di wir de jî dinivîse; "Tu yê bibînî dema roj derdikeve!"

Hemû gelên li dora Kayseriya Tirkiyê ji ber vê çîroka bi hezaran salan e ji devan derbasî devan bûye, bawer dikin ku ev zarok di şikefteke li nêzî bajaroka Yemlihayê de ne! Yemlîha navê zorokekî di wan şikeftan de wenda bûyî ye. Vî bajarokî navê xwe ji wir girtiye.

Gelek zanyar li ser vê mijarê ketine nava lêkolînan. Li gor giştan ev çîrokeke berê Mîladê ye û têkiliya xwe yan bi şar yan jî bi rojgirtinê re heye. Lê ev vegotin dû re wek çîrokeke pîroz derbasê nava vegotinên Xiristiyan û Mislimanan bûye.

Gelek çirokên li ser axa Kurdistanê, li gel hin çîrokên bav û kalên me, wek çîrokên pîroz derbasê pirtûkên wek Tewrat, Încîl û Quranê bûne. Mînaka herî balkêş jî mijara çîroka "Uta Na Pîştîm" a di destana Gilgamêş de derbas dibe. Ev wek Tofana Nuh hatiye şirovekirin. Dîsa mijar Pira Siratê ji Cinvata Zerdeştî hatiye wergirtin.

Mixabin ku gelek tişt ji me girtine, lê wek yên xwe û tiştên xwedayî firotine me. Me jî bêyî ku em li çavkaniyên wan binihêrin û bibêjin: "Ev yên me ne û hûn kê dixapînin!" Dibe ji tirsa şûr be, me serî ji wan re çemandiye. Bi hêviya em bikanin, bi rexnegirî û pirsan her tiştî berê baş têbigihîjin û hê bikirin yan jî pê bawer bikin.

Yazarın diğer yazıları