Azadiya Kurdan aramiya cîhanê ye

Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo zindîkirina Osmaniya Nû di 9‘ê Cotmehê de êrişî Bakur û Rojhilatê Sûrî kir. Navê vê êrişê jî danî “kaniya aşitiyê” bi balafir, tang, top û çekên kimyewî, deverên sivîlan da ber bombeyan, bi sedan jin zarok, kal û pîr kuştin. Ji bo dagirkeriya xwe rewa bike, bi penaberan gef li cîhanê kir. Lê wî bi xwe di van êrişan de bi sedan mirov ji cîh û warên wan dan koçberkirin. MÎT û Îdareya Koçberan niha jî dixwazin malbatên çeteyan, li xeta ji 5 kîlometreyî ya li Serêkaniyê û Girê Spî bi cih bikin û bi vî rengî ‘Kembera Tirkan’ ava bikin. Jixwe, ev yek li Efrîna dagirkirî jî pêk anî û pêk tîne. Xelkê Efrînê da koçberkirin, demografiya guhert û li şûna niştecîhên resen ên Efrînê çete û malbatên wan bi cîh kirin. Piştî ku kiryarên wî û çeteyên wî li çar aliyê Kurdistan û cîhanê hat teşhîrkirin, vê carê di bin navê agirberstê de peymaneke din xist dewrê. Niha jî navê nexşerêya wî bûye Kobanê. Îca dixwazê heta Kobanê here. Mêrik weke ku hevparê axa bi berdêlên giran rizgarkirî be, ji xwe re parê dixwaze. Lê ji bîr kiriye ku her bihostek axa Kabanê bi xwînê hatiye azadkirin. Xelkê Kobanê tevî şervanên xwe lehengiyên mezin kirin.

Dayika ji Kobanê ya bi navê Emîra Xidir wiha bersiva gefên Erdogan dide, “Erdogan em ji malên me derxistin. Bi hezaran çeteyên bê esil berdan bedena me û zarokên me. Ew jî nebes bû, bi xwe hat. Lê bila baş bizane, ew nikarê me biqedîne. Tişta Erdogan dike jê re namîne”. Ji helwêsta dayikan jî diyar e ku wê xeyalên Erdogan bi cîh neyên. Xwediyê vê îrada ji pola, wê xwe biparêzin û destûrê nedin dagirkeran. Ji ber ku gelê Kurd êdî ne yê berê ye.

Vî Gelî bi berxwedan û parastina li Rojavayê Kurdistanê, nîşan da ku ew îmaja Kurdê mezlûm û bindest ku tenê dizanî şer bike û xwe biparêze, kêm û şaş e. Kurd niha tenê şerker nînin, di heman demê de siyasetvan û dîplomat e jî. Ji her deme bêhtir Kurd li cîhanê tên naskirin. Doza Kurd êdî bûye mijara sereke ya cîhanî. Guhertin û bipêşketinên mezin di rê de ne, ji bo azadî û jiyaneke wekhev. Pergala xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi vîna gel bûye mînak ji bo gelên herêmê û cîhanê.

1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê, Kurdistaniyan û dostên wan ev her du rojên girîng bi rengekî girseyî pêşwazî kirin. Cara yeke ye ku di vê astê de bi milyonan mirov li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dibin xwedî. Ev yek gelek girîng û hêja ye. Tişteke nû ye ku divê astê de cîhan li têkoşîna Kurdan dibe xwedî. Ev helwêst û xwedîderketin ji bo her ferdekî Kurd dibe çavkaniya hêz û moralê. Ji lewma di vê pêvajoyê de hestên neteweyî yên gelê me bêhtir xurt bûn, li tevahiya Kurdistanê bereya têkoşînê fereh bû. Bi taybetî helwêsta xelkê Başûrê Kurdistanê hêjayî teqdîrê ye. Cara yeke ye ku Xelkê Başûrê Kurdistanê bi hemû bêşên civakê re helwêsteke yekpare nîşan dide. Di dema Berxwedana Kobanê de Xelkê Bakurê Kurdistanê pêşengî ji berxwedanê re kir. Di berxwedana Rûmetê de jî pêşengên berxwedanê Başurê welêt e. Lê divê ev berxwedan dewam bike û veguhere yekîtiya neteweyî da ku xeyalên Erdogan têk biçin.

Kurd îro li cîhanê bûne hêza siyasî,eskerî û îlhamê didin raya giştî. Lê Erdogan wê bibe mînaka çi? Qaşo tê Rojava ji bo azadkirina gelan, lê malên wan talan dike û didize. Tê koçberan bicîh dike bi sedhezaran mirovî dide koçberkirin. Xelkê ji birçîbûnê xilas dike. Lê civaka wî heta bi qamê di nava qirîza aborî de ye. Hîmê civaka wî riziyaye, rojane bi dehan bûyerên şidetê, kuştîn, întîhar çêdibin. Di serî de Erdogan, lazim e civaka Tirk baş bizane bêyî Kurdan ne Tirkiyê û ne jî Rojhilata Navîn aram dibe. Bêyî Kurdan wê ti tişt bi rê ve neçe, heger dewleta Tirk di asta cîhanê de dixwaze li welatê wî aramî hebe, lazim e pirsgirêka Kurd çareser bike. Êdî Kurd bûne kilîta çareseriya herêmê. Heta Kurd azad nebin, cîhan aram nabe.

Yazarın diğer yazıları