Bandora Tornadoyê

Piştî belavbûna nûçeya der barê balafirên tornadoyê yên Elman de rojeva Elmanya û bi taybetî jî ya Kurdan vegeriya ser vê babetê. Li gorî nûçeya di kovara Der Spîegelê de cih girtî Elmanya li gorî daxwaza DYE û hêzên hevpeymanî wê balafirên tornadoyê li rojava ango li bakurê Suriyeyê bi cih bike û wisa jî gavekê zêdetir tevli nav lîstika li herêmê bibe.

Heta dema belavbûna wê nûçe û şîroveyê di asta hikûmet û rayedariyê ya Elman de daxûyaniyek nehatibû dayîn. Piştî nûçe derçû gotûbêjên piralî jî rûdan û her wisa Kurd jî vir de wê de tevli nav wê niqaş û gengeşiyê bûn.

Wekî tê zanîn Elmanya di van babetan de bi gav avêtinên îhtiyadî tê nasîn. Heta niha li gel ku di nav piraniya hevpeymaniyan de jî cih girtiye, lê ti carî zêde xwe deher nekiriye. Bi gotineke din, li pişt perdeyê maye, alîkariya çekî û madî daye hêzên hevpeyman lê di qada şer de rengê xwe nedaye nîşan. Niha bi babeta tornadoyan ev reng wê hindekî din jî derkeve holê. Eger rast derkeve wê li Rojhelata Navîn rengên reş, sor û zer jî li esmanî xuya bibe.

Helbet her dever û alî li gorî bîr û baweriya xwe bertekên cihêreng nîşanî vê bûyerê dan. Ya me herî zêde eleqeder dike, daxuyaniya Partiya Çep a Alman (Dîe Lînke) ye. Lewre ev partî xwediya polîtîkayeke Kurd e. Li gorî tevahiya partiyên din yên Elmanyayê nêrîn û sekneke wê ya zelal heye. Her wisa jî gotin û kiryarên wê jî ji aliyê raya giştî ve, ji aliyê Kurd û Tirkan ve jî ji nêz ve tê şopandin.

Partiya Çep a Elman xwedî dîrokeke dûr e. Heta ku xwe berdide nav mêjûya sosyalîzma reel. Partî weke berhemeke bermahiya Elmanyaya Demokratîk e (DDR) piştre bi guherîn û pêkhatinên dîtir ve rengê xwe yê îroyîn wergirt. Di parlamentoya Elmanya de weke partiya çaran cih digire. Her çiqas hêzeke wê ya xurt tinebe jî kiryar û gotinên wê hêjayê guhdarîkirinê tên dîtin.

Partî weke pêkhateyeke polîtîk li ser bingeha çepgiriyê ye lê mirov nikare bibêje ku yekreng û yekdengî li dar e. Weke mînak baskê Sarah Wagenknecht weke rastgir û ya Katja Kîpîng jî çepgir tên hesibandin. Gelek caran di babeta Kurd û Kurdistanê de jî di nav partiyê de ev nêrînên cuda li hev diqelibin.

Di dema Berxwedana Greva Birçîbûnê ya dîrokî de di hevdîtineke li gel Partiya Çep de hind parlamenterên wê rexneyên xwe kirin û gotin:’Hûn çima her tiştî bi birêz Ocalan ve girêdidin? Biryara Ewrûpayê ya ji bo serbestberdana Demîrtaş heye, eger hûn kampanyayên wisa bi rê ve bibin wê encamên serkeftî jî bi destê we bikeve.’

Ev nêrîna ku ji aliyê Heîke Hensel ve hat ziman di rastiyê de nûnertiya baskekê ya di nav partiyê de jî dikir.

Eger berxwedan bi awayekî din bi encam ba ango serkeftina Kurd li bendê bûn bi dest neketiba wê nêrînên weke birêz Henselê jî zêdetir bibûna.

Dîsa baskek di nav partiyê de ku serkêşiya wê jî Sevîm Dagdelen dike bi tenê di babetên sîyaseta legal a Kurdan de daxuyaniyan didin û mirov têdigihije ku hewl didin xwe ji babeta PKK, serok Ocalan û Qendîlê dûr bigirin.

Di babeta şandina tornadoyan de jî navê Dagdelen derket pêş. Di çarçoveya peywîra di nav partiyê de daxuyanî ji aliyê wê ve hat dayîn û li ser navê wê ma. Lê di rastiyê de Partiya Çep ji mêj ve xwedî polîtîkayeke wisa ye. Tim jî gotine ku ew li dijî şandina leşker û çekan in. Ji bo her deverên cîhanê polîtîka wan ev e û ji bo Kurdistan û Rojhelata Navîn jî nêrîna wan naguhere.

Daxuyaniya wan bû sedemê bertekên tund di nav Kurdan de. Helbet ev bertekên rewa ne. Kurd li herêmê di nav mercên hebûn û nebûnê de ne, hevsengî û mêzîn hinde hesas in ku qewimîna felaketên weke bi serê Ermen û gelên din de hatîn ne îhtimalên dûr in. Bêguman Kurd xwedî hêzên girîng in lê hîna jî dewletên dagirker li ser gelê Kurd tehdît in.

Partiya Çep li Elmanyayê heta li tevahiya Ewrûpayê jî xwedî polîtîkayeke Kurd e. Weke mînak di warê rakirina qedexeya li ser Partiya Karkerên Kurdistanê de, li dijî krîmînalîzekirina Kurdan û xebatên wan, dîsa di gelek waran de eşkere li cem Kurdan cih digirin.

Bêguman Kurd jî li Elmanyayê hêzeke girîng in. Êdî hejmareke mezin hilbijêrên Kurd hene û her wisa gelek Kurd jî di nav Partiya Çep de xebata sîyasî dikin. Ango mirov dikare bêje ku danûstandinên du alî hene.

Lewra divêt Kurd rexneyên xwe yên li dijî partiyê bînin ziman, bertekên xwe yên demokratîk jî bidin nîşan, lê ev di çarçoveya hevaltî û dostanî de be. Di rastiyê de tornado li dijî Tirkan nayêne bikaranîn lewra herdu jî dewletên NATOYÊ ne. Li aliyê din divêt Partiya Çep di hind babetan de wê biryara li dijî şandina çekên Elman a ji bo derve jî di ber çavan re derbas bike. Lewre dibe ku li hemberê dîrok û mirovahiyê tawanbar jî bimînin.

Yazarın diğer yazıları