Bang, emel û gotin

Bang êdî veguheriye taktîkekî siyasî ku gelek caran yan ji bo qelskirina çalakbûnê ye yan jî ji bo jiserxweavêtina barekî, erkekî ye. Lê helbet divê ne wisa be. Ji ber wê jî ez ê bi du meseleyan dakevim û wan xweşik li vir rave bikim. Yek jê boykot e ya din jî ziman e.

Ez bi ya diduyê dest pê bikim. Ziman di civakbûna Kurdan de yek ji hêmanên sereke ye û xwedê dizane hêmana herî muhim e. Ji ber wê jî avakirina Tora Ziman û Çandan bê şik û guman cihê kêfxweşiyê ye. Daxuyaniya wan a damezrandinê bi bang û daxwazên xwe erênî jî be, divê bi bangan xwe pasîfîze nekin û bar ji ser xwe nedin alî. Jixwe “rexnekirina” malbatan di nava metnê de ji ber ku Kurdî bi kar nayînin, ne karê Toreke wisa ye. Ev Tora hanê diviya bi şêwra xwe rê û dirban çêke ji bo kesan, malbatan, kolan û taxan, gund û bajaran, ka çawa mekanê Kurdî lê têbikaranîn dikare bê berfirehkirin. Yeqîn, endamên Torê jî paşê wiha hizirî ne û weke Samî Tanî û Îmam Taşçierî gotî, ew ê plansaziyeke şênber daynin ber xwe û pê dakevin. Sed carî pîroz bimbarek be.

Lê bivênevê ez divê careke din destê xwe pê ve bikim: em kesên bîrewer di vê meselê de, em kesên ehlê meselê divê ji xwe dest pê bikin. Kurdî divê bibe zimanê me, zimanê navmala me, zimanê cîrantiya me, zimanê hevaltiya me, zimanê çanda me, zimanê siyaseta me. Ya din jî divê em xwe bidin ber bar û vê bîreweriya hanê heta bi nava malan bibin, bikin ku malbat bi xwe hew qebûl bikin ku bên asîmîlekirin û yan jî amade bin xwe û zarokên xwe asîmîle bikin. Lê ev karê me bîreweran e. Jixwe ev herdu nebin, bang tazî ye, ji maneyê şûştî ye. Mirov bêyî vê, çawa dikare baweriya kesekî din bi xwe bide anîn!

Boykot jî wisa ye. Nexasim ji bo Kurdên li Ewrûpayê û kesên ku bi erka pêşengiya siyasî, îdeolojîk û civakî radibin, ev wezîfeyeke welê ye, ku divê ji xwe dest pê bikin, bibin mînak. Heta dikarin ji bo karsazên Kurd ên ku bi malên Tirkî emel dikin, stratejiyên tîcareteke kardertir tevî boykota malên Tirkî pêşniyaz bikin, hêdî hêdî malên alternatîf bidin çêkirin, yan jî bidin peydakirin, û heta markeyan li derveyî Tirkiyeyê bidin çêkirin. Rêxistinên karsazan jî dikarin serê xwe bi vê meseleyê biêşînin. Komeleyên me, xelkê me dikare vê bike, lê ji bo vê yên bîrewer, pêşeng û ronakbûyî divê karibin ji xwe dest pê bikin, li mal, li nav cîranan, li nav civakê vê bi israr nîşan bidin. Yan na bang tazî û pêxwas in, maneya wan beravêtî ye.

Belkî mînaka meleyekî li Torê vê çêtir bide nîşan. Dibêjin, li gundekî Torê meleyek hebûye; rojekê wî behsa rojiyên xêr ên sinet kiriye û gotiye xêra wan gelek e û ew kesê wan rojiyan bigire, Xwedê Teala ji wan gelekî razî ye. Yeqîn hingê dawiya havînê ye û karê nav erdan gelek e. Yekî ji gundiyan jî rabûye ji bo xwedê ew rojî girtiye. Gava esirkî ji nav erdan berê xwe dide malê, dibîne, wî mele nimêja esrê daye kirin û li derveyî mizgeftê li bin siya darekê rûniştiye û gupgupa wî ye mijan ji çixara xwe dide. Yê gundî bi hêrs û qehr bi ser de diçe û diberziyê: Kuro mele, ma te negot ev rojî xêr e û xwedê ji kesê vê rojiyê bigire gelekî raziye? Ji sibiha xwedê ve ez li nav erdan im û di bin vê kelîjanê de û tu were li vir ji xwe re mijan li çixarê didî! hema ji te be yê vê rojiyê bigire.

Erê meleyê Kurdan dibêjin, bi emelê me nekin bi gotinê me bikin, lê Kurdan jî hezar carî îsbat kiriye û bi gelek kesan daye tecrûbekirin, heger bi çavên serê xwe nebînin pêşengên wan bi gotin û emelê xwe hevgirtî ne, ew bi ya wan û bangên wan nakin.

Yazarın diğer yazıları