Bangên piştevaniya Tuncel

Meclisa Jinê bang li hemû hêzên demokrasiyê û rêxistinên jinan kir û xwest têkoşînê bilind bikin. Meclisa Jinê ya BDP’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da. Meclisa Jinê di daxuyaniyê de anî ziman ku daraz ketiye nava celba îxtidar û siyasetê û rewatiya xwe winda kiriye. Meclisa jinê dibêje heta niha bi dehan hilbijêrên gel hatine girtin û jiyana xwe di nava dîwarên girtîgehan de derbas dikin.


Qada siyasetê tê girtin


Meclisê da zanîn ku bi erêkirina cezayê Tuncel re, li Tirkiyeyê darazê û edaletê rewatiya xwe winda kiriye û biryarên ku dadgeh dide li dijî rêgezên hiqûq û edaletê ye. Daxuyaniya meclisê wiha didome ev biryar di salvegera komkujiya Roboskî de hatiye dayîn û ev bi zanebûn û plan pêk hatiye, ev biryarek bi wate û armance û dixwazin polîtîkaya înkar û îmhayê li ser kurdan berdewam bike. Meclisê destnîşan kir ku dadgeha bilind dixwaze bi vê biryarê gefan li ser siyasetê bimeşîne û naxwaze ku jinên kurd di qada siyasî û seyasetê de pêş bikevin. Meclisê bang li hemû rêxistinên jinan û saziyên demokratîk kir û xwest li hemberî vê biryarê têkoşîna xwe bilind bikin.

DÎHA/ENQERE

Yazarın diğer yazıları

    None Found