Barzanî berovajî pêlan melewaniyê dike

Serokê PDK’ê ev qederê mehekê ye, derketiye gera destekê ji bo ku qaşo Kurdistana Serbixwe ragihîne. Jixwe, çawa çû Tirkiyeyê, Cerbalus hat dagirkirin. Çapemeniya Başûrê Kurdistanê jî li gorî wê amade kiribû ku dagirkirinê wek operasyoneke serketî bi nav bike. Bêguman niha derket holê ku pirranî li ser tevlîbûna Tirkiyeyê di operasyona Mûsilê de û dijberiya Rojava bi Tirkiyeyê re li hev kiriye. Her çend Barzanî di axaftina xwe ya li Fransayê de ji bo raya giştî bixapîne got, pêwîst e Tirkiye beşdar nebe, tenê alîkariyê bide. Lê êdî kes ji van gotinan bawer nake, ji bo wê jî pilanek qirêj li holê heye, ev misoger e. Wer xuya dike, hêzên Tirk wê, çawa li Cerablusê kirin, cilê xwe li Mûsilê jî biguherînin û bikevin Mûsilê, şûna xwe bi çeteyan re biguherînin. Barzanî û rayedarên Tirk li ser vê mijarê gihiştine encamekê, ji ber wê Ebadî beriya bi çend rojan dîsa nerazîbûna xwe ya li dijî hebûna hêzên Tirk nîşan da. 

Îcar ev sefera bêveger ya Barzanî ya welatên Ewrûpa jî balkêş e. Qaşo bi navê serokê Herêma Kurdistanê, hevdîtinan dike. Ji bo serxwebûna Kurdistanê nihêrînên xwedanên Lozan û Syks-Picot’an digre. Ew ên ku doh biryara parçebûna Kurdistanê dan, îro li gel şerê ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê li sê parçeyên din ên Kurdistanê, destekê didin Barzanî? 

Welatên Rojavayî di serî de hebûna pergala demokratîk li Rojava û Bakûrê Sûriyê wek binketina pergala xwe ya 500 salî ya sermayedariyê dibînin. Ji bo wê jî bi awayekî hîlebazane dixwazin bi rêya Barzanî kirasê dewletokeke biçûk a Kurdistanê li daxwazên ji bo demokratîkbûna gelan bikin. Paşê jî bibêjin me mafê Kurdan qebûl kir, Kurdan li dijî DAIŞ’ê şer kir, em desteka leşkerî didine wan û daxwazên wan yê serxwebûnê qebûl dikin. Di serî de Ewrûpa li pêşiya çavê hemû cîhanê durûtiyê dike. Bixwe baş dizanin ku Barzanî bi ti awayî li dijî DAIŞ’ê şer nekiriye, Barzanî ne tenê parçeyên din ên Kurdistanê, Hewlêrê jî temsîl nake. Ma ew welatên ku bi Barzanî re rûdinên nizanin dema serokatiya Barzanî bi dawî bûye û serokek derewîn e. Bila li welatekî wan ku îdîaya demokrasiyê dikin, tiştek wisa biqewime, wê dinyayê xira bikin. 

Wer xuya dike ku Mesûd Barzanî pişta xwe germ kiriye ku radibe hebûna hêzên Tirk li Rojava rewa dibîne. Li Başûrê Kurdistanê bi rojan li dijî dagirkeriya Tirkan çalakî hatin lidarxistin, partî û aliyan helwêsta xwe li dijî Tirkan nîşan da, lê Barzanî berovajî pêla mezin a Kurdê azad melewaniyê dike. Ez dibêjim, ew ê av û av biçe, pêla şoreşê gelekî mezintir e ji hêza wî. Gel ber bi serketinê ve diçe, dîroka bihurî tê guhertin û Kurd statûyeke nû bidest dixin, Barzanî dîsa ji sedsala 19’an ve tê. Dîsa peymanên parçekirina Kurdistanê bi destê neyaran dide îmzekirin. Bi rojane li Ewrûpa ji xwe re digere, Herêma Kurdistanê ji krîza aborî û siyasî dinale. Paşê derdikeve dibêje; li Rojava pergala demokratîk tineye, PYD dixwaze tenê li Rojava xwe ferz bike. Kes nîne jê bipirse, Kê parlamento girt, kê hêzên xwe yên çekdar şandin pêşiya serokê parlamentoyê û nehişt ew bikeve Hewlêrê? Kes nîne bibêje, tu gelek demokrat î, ka dema serokatiya te bi dawî bûye, çima welat hemû bûye qurbanê desthilatdariya binemaleya te? Welatî birçî ne, mamoste û karmend di grevê de ne, xelk welat bi cih dihêle û die welatên derve. Tu beriya behsa Rojava bikî, destpêkê temaşeyî halê xwe bike. Tu şûjina çavê xwe nabînî, derziya çavê xelkê dibînî. 

Û ya herî bi êş ew e ku Barzanî di hevpeyvîna xwe de ev gotin, anî ziman; ‘Ji ber ku PYD’ê peywendiyên xwe bi PKK’ê re qut nekirin, dewleta Tirk aciz kir’ Dibêje; Tirk mafdar in ku êrişî we dikin! Şîrove bila ya we be…

Yazarın diğer yazıları