Basên Gel li Qamişlo zêde dibin

BASIL REŞÎD/ŞÎNDA EKREM / ANHA/QAMIŞLO

27‘ê Tîrmeha 2019`an basên veguhastina hundirîn (Basên Gel) li bajarê Qamişlo ketin xizmetê. Piraniya şêniyên taxên bajêr rehet bûn, ji ber qerebalixa trafîkê kêm bû û kiriya çûn û hatin kêm bû. Di basên gelê de nirxê her kartekê 25 lîreyên sûrî ye.

Destpêkê li bajarê Qamişlo 7 bas di xizmetê de bûn, lê piştî kiriya servîsan bilind bû, şêniyan daxwaza zêdekirina hejmara basan kir. Li ser vê yekê Gerînendeya Veguhastina Hundirîn hejmara basan zêde kir ku gihaşt 18 basan.

Gerînendeya Veguhastina Hundirîn bas li ser 3 xetên bajêr belav kir, ji wan xetan; xeta Hilêliyê, xeta Kornîş û xeta nava bajêr ku ji taxa Cûdî (Qenat Siwês) heta bi gundê Um El-Fursan e.

Ji rêveberên Gerînendeya Veguhastinê a kantona Qamişlo Mihyedîn Derwîş, armanca zêdekirina basan li bajarê Qamişlo diyar kir û got armanc ew e ku qerebalixa trafîkê kêm bibe û kiriya çûn û hatinê li ser welatiyan sivik bibe.

Mihyedîn Derwîş  diyar kir ku projeyeke wan din jî heye û got: “Di demên pêş de em ê dest bi projeyên xwe bikin. Ji wan projeyan zêdekirina basan li bajarê Qamişlo  û projeya ku basan li bajarê Girkê Legê û bajarê Dêrikê jî bixin xizmetê.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found