Başûr dibe kampa qirkirina Kurdan!

Ew qirkirina bi serê Ermeniyan de anîn, îro dixwazin bi heman şêwazî bi serê Kurdan de jî bînin. Ermenî qir kirin û paşê yên mayî di welatekî biçûk ê bi navê Ermenistanê de heps kirin. Li welatan belav kirin û berê wan dane sirgûnê. Ya îro bi serê Kurdan de jî tînin heman tişt e. Ermenistana biçûk li Kurdistanê jî Başûrê Kurdistanê ye. Ji statuyeke di bin serwerî û hakimiyeta xwe de heta astekê dengê xwe nakin. Heger ji kontrola berjewendiyên hêzên hegemonîk derkeve wê di rojekê de nefesê lê biçikînin û tine bikin. Çawa me di mînaka referanduma Başûrê Kurdistanê de dît, ka bê çawa di şevekê de Kerkûk dagir kirin.

Bertek û helwêsteke Başûrê Kurdistanê li beramberî êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê heye. Bi ti awayî nabe helwêsta gel biçûk were dîtin. Lê ya divê were rexnekirin, helwêsta partiyên siyasî ye. Di serî de divê gelê Başûrê Kurdistanê nehêle ku Başûr bibe deriyê qirkirina Kurdan. Her wiha Kurdên ji her sê parçeyên Kurdistanê dema berê xwe didin Başûr û li wir penaber dibin, divê bizanin ku di çarçoveyeke pîlana qirêj a Kurdistana biçûk de ew sirgûnê Başûr tên kirin. Di berxwedanên Rêveberiyên Xweser de, deriyên Başûr ji Kurdan re hat vekirin. Beriya wê jî bi qaşo operasyona KCK´ê re dîsa berê gelê Bakur bi zanebûn dan Başûrê Kurdistanê. Di pêvajoya şerê bi DAIŞ´ê re gelek Kurdan ji Rojava û ji Şengalê berê xwe da Başûr. Jixwe, em dizanin hatina partiyên Rojhilat û gel a ji bo Başûr ji 1979´an ve dewam dike. Partiyên Rojhilat bi vê yekê re dawî li xwe anîn û di kampên penabertiyê yên li Başûr de hatin tasfiyekirin. Di dema tasfiyeya 2002-2004´an de xwestin heman pîlanê di nava PKK de jî pêk bînin, lê bi ser neketin. Niha xelkê me yê Rojava berê xwe dide Başûr, yan jî berê wan didin Başûr. Pîlana valakirina parçeyên din ên Kurdistanê lê ye. Başûr jî dibe cihê pêkanîna pîlana qirkirina Kurdan. Ez behsa gel nakim, dîsa jî dupat dikim. Lê misoger, du partiyên sereke yên Başûr agahiya wan ji vê pîlanê heye û ji wan re di berdêla vê yekê de soz hatiye dayîn. Heger ne wisan e û partiyên Başûr şirîkê vê qirkirinê nînin, bila helwêsta xwe ya li beramber êrişên bi armanca qirkirinê bi pratîkê nîşan bidin, li derveyî wê her liv û tevgera wan wê bê wateya erêkirina qirkirina Kurdan. Bixwe, çiqas di ferqa vê rastiyê de ne, nizanim lê tiştên gelekî bi zanebûn jî tên kirin. Çima van hêzan derî ji Bakur re vekir û di pêvajoya ku bi sedan mirov di jêrzemînan de hatin qetilkirin, dengê xwe nekirin, ma ew jî ne komkujî bû. Çima deriyê Sêmalka di pêvajoyên normal û asayî de nehat vekirin û bi êrişa li dijî Rojava re derî hat vekirin. Çima ji bo erzaq derbasî Şengalê bibe, hezar astengî hatin çêkirin lê ji bo derxistina Kurdên Êzîdî ji bo derveyî welat û bajarên din ên Başûr kes û saziyên taybet hatin erkdarkirin. Başûr dibe kampa penabertiyê ya mirin û qirkirina Kurdan mixabin.

Niha her kes dibêje, dema yekîtiya neteweyî ye û nabe em behsa nakokiyan bikin. Ev ne nakokiyên ji rêzê yên di navbera partiyan de ne. Ez behsa wan nakim jixwe. Pîlaneke qirêj lê ye û divê were pûçkirin. Tişta dixwazim bibêjim ew e ku mijar ne ewqas bêguneh e. Partiyên ew li Rojava destek dikin, niha li Efrînê li gel dagirkeriyê ne! Wer xuya dike ku partiyên Başûr bi taybet PDK û YNK destekê didin Rojava. Tiştek wisa tineye. Heger mijar dagirkerî be, Başûr jî hatiye dagirkirin. Di serî de divê Kurd vê zanibin, tevahiya Kurdistanê di bin dagirkeriyê de ye. Wer tê nîşandayîn wek ku her sê parçeyên din ên Kurdistanê azad in û tenê dagirkerî li dijî Rojava heye. Qet nebe Rojava li ber xwe dide, ji bo wê em pê dihesin ku dagirkerî heye. Li Başûr dagirkeriyek girantir heye. Ji bo bal li ser Başûr belav bibe, hikûmeta herêma Kurdistanê ketiye nava liv û tevgerê. Wek gotinên pêşiyan, “Şûjina çavê xwe nabîne, derziya çavê xelkê dibîne!” Ya hikûmeta herêma Kurdistanê dike, ne ji dil e. Ne hemû, lê hinek saziyên xêrxwaziyê ku di vê demê de qaşo alîkariyê ji bo Rojava dişînin, ji min re wek hespê trûva tê! Rayedarek Başûr li Silêmaniyê xwe kire mesîh û xilasker û keça biçûk, ez ne şaş bim navê wê Sara bû ji Qamişlo anî Silêmaniyê ji bo dermankirinê. Devê mirov nagere ku bibêje, lê ew dirûtiyê dikin. Jixwe, bi Saraya biçûk, Kurd ji qirkirinê rizgar nabin. Kes bila reklama xwe li ser bedîlên giran ên li Rojava tên dayîn, nekin ji kerema xwe. Ew kesê xêrxwaz heman kes e ku her heftiyê li Silêmaniyê bi MÎT a Tirk re dicive û pîlana li ser Kurdan çêdike. Pêwîst nake navê wî bidim, ew bixwe xwe nas dike. Pîlana qetilkirina şoreşgerên mezin Diyar Xerîb, Cemîl Amed û Demhat Egîd li ku hatiye dariştin gelo. Hesabê vê nehatiye dayîn û niha her kes behsa yekîtiya neteweyî û alîkariya ji bo Rojava dike. Jixwe, karektera tecawuzkar a pergala desthilatdar ew e ku tecawuz dike, bêhurmetiyê dike û paşê wek ku tiştek nebûye, qaşo xêrê dike. Ev ne rewşek e ku Kurd ji xwe re qebûl bikin. Divê di serî de dawî li dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê were. Kurd divê ji Kurdistaneke biçûk re bibêjin na û her kes li ser xaka xwe, li cihê lê ye têkoşînê li dijî qirkirinê bike. Berxwedana bi rûmet wê her tiştî diyar bike û hew!

Yazarın diğer yazıları