Başûr dikare çarenûsa tevahiya Kurdistanê biguherîne!

Gelek zelal derketiye holê ku siyaseta qirkirinê ya li ser tevahiya gelê Kurd niha bi Başûrê Kurdistanê tê meşandin. Li şûna rola xwe ya dîrokî ku her tim bûye navend û çavdêra şoreşê, îro tam berovajî vê rola xwe, xizmeta siyasetên îmha û tinekirinê dike. Di wextekî de ku Başûr dikare çarenûsa hemû parçeyên Kurdistanê biguherîne û gelek pîlan û siyasetên qirêj ên li dijî gelê Kurd pûç bike, û bişkîne.

Di nivîsa xwe ya heftiya bihorî de jî min bal kişandibû ser vê mijarê, ji ber ku bi rastî jî gelek tişt dikarin li ser Başûr werin guhertin. Îro hêzên navnetewî û herêmî bi konseptek giştî dixwazin Kurd wek sedsal berê niha bi bêstatuyiyê re rû bi rû bimînin. PDK bi helwesta xwe ya der barê Şengalê de, her wiha referanduma ku bû sedem destkefiyên heyî hîn zêdetir bikeve xetereyê û ji dest biçin, ti pêgehek wê nema. Bi vî halê xwe ber bi têkçûnê ve diçû. Lê belê ji bo rola jê re hatiye dayîn, bilîze, neçar careke din bi desteka heman hêzan rabû ser piyan û hewl dide bimeşe. Ji bo bimeşe divê ji pozisyona xwe ya berê hîn xirabtir roleke negatif bigire ser milê xwe, ango xwe bide îspatkirin. Ji bo wê jî birînên qaşo bi referandumê re di dilê dagirkeran de çêkiriye divê careke din sax bike, heta dagirker pê bawer bikin û pê re bimeşin. Xwe ji celat yan jî qatilê xwe re hezarê caran îspatkirin, mirine û PDK ne di ferqa wê de ye. Têkoşîna ji bo herêmên li gor madeya 140 ango herêmên Kurdî yên ne ser bi Herêma Kurdistanê ku mijara nakokiya di navbera hikûmeta navendî û hikmûeta herêmê de ye, vala çû. Sînorên ku di şerê bi DAIŞ ê re bi xwîna gelên herêmê hatibû diyarkirin, nema û ji wê paşdetir jî çû. Wisa tê nîşandayîn ku Mesûd Barzanî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan berê xwe dide Iraqê û bi wan re di nava diyalogan de ye. Barzanî ji bo pirseke Kurdî yan jî Kurdistanî çareser bike ne li Bexdayê ye, ji bo rûmeta xwe ya jidestçûyî qezenc bike û xetereya li ser desthilatdariya xwe rake, di nava hewldanan de ye. Ji bo petrola Iraqê bixe bin xizmeta Tirkiyê, li Bexdayê ye. Tê zanîn serokwezîrê berê Heyder Ebadî ji bo petrola ji Iraqê diçe Tirkiyê doz vekiribû. Agahiyek wiha heye ku piştî hatina Ebdulmehdî, bi navbeynkariya Mesûd Barzanî, vê rewş were sererastkirin. Wê bi vî awayî Ebdulmehdî doza hatiye vekirin, 5 salan taloq bike û doza 26 milyar dolarî ya der barê Tirkiyê de serê wê tê girtin. Mixabin di vê mijarê de YNK û PDK ketiye nava rikberiyekê û her yek li ser navê xwe dixwazin kêmahiyên ku kirine li gel Bexdayê telafî bikin. Ne ji bo doza netewî, ji bo partiya xwe, ji bo malbata xwe, ji bo bikarin dahata petrolê bikar bînin, ji bo tenê ew bijîn ne tevahiya Kurdistanê.

Yekîtî Niştîmanî Kurdistan bi helwestên xwe yên di pêvajoya şoreşa Rojava û şerê bi DAIŞ ê re roleke  pozitîf leyîst. Lê ya îro diqewime, dawî li xwe anîne, ya PDK nekariye bike, temamkirine. 9 salin YNK kongreya xwe lidar nexistiye, nikare li dar bixe ji ber parçebûna heyî wê di kongreyekî de bi temamî pêk were û êdî tiştek bi navê YNK namîne. Ji bo parçebûna heyî ji holê rabe, li şûna hewestên netewî werin esasgirtin, helwestên zirarê de yekîtiya netewî wê hilweşînê hîn zûtir bike, çi kongre were lidarixstin çi neyê lidarxistin jî. Posta Serokkomariyê her carê mijareke YNK xwestiye bi wê li ser piyan bimîne û hebûna xwe dewam bike. Lê Serokkomariya ku ti feydeya wê ji doza Kurd re nebe, nakokiya di navbera Bexda û herêma Kurdistanê de hîn kûrtir bike, hema nebe baştire.

Berhem Salih di civîna Yekîtiya Ereban de wek yekane kesê ku piştîvaniya siyasetên Îranê di herêmê de dike, hat naskirin. Di bin navê Iraqîbûnê de, destkeftiyên li Kurdistanê ji holê  radike. Ji Kurditsanê zêdetir rewşa Îranê û çarenûsa Îranê jê re girîngtire. Di serdana xwe ya Tirkiyê de Erdogan wek dostê xwe yê herî nêz dît. Siyaseta Erdogan a di herêmê de wek siyaseta herî rast binav kir! Berhem Salih haj siyaseta qirkirinê ya li ser Kurdan heye û li gel vê jî dîsa ya nabe bike, dike. Ji bo rûmeta jidestçûyî ya YNK xilas bike, pêwîst nake ewçend çok li ber dagirkeran dayne û qatilê gelê Kurd ku tevahiya cihanê jî îtiraf bi vê yekê kiriye, wek dostê xwe yê herî nêz bibîne. Çawa dibe kesek ku destê wî ewçend di xwîna Kurdan de hebe û Berhem Salih wek nûnerek Kurdan bi wî re dostaniyekê bike, Kurd wê çawa wî wek nûnerê xwe qebûl bikin.

Û mixabin ev karesat hêj li Başûr didome! Bi vê rewşa heyî YNK nikare biçe kongreyekî û rêya hilweşîna xwe piştî 44 salan xweş dike. Di civîna meha Gulanê ya MİT ê bi rayedarên YNK re hinek biryar hatine girtin, yek ji wan jî ew e ku wê li Şarbajêr û herêma Raperîn du baregehên leşkerî yên dewleta Tirk werin çêkirin. Ew jî li herêmek wek herêma Raperîn ku serî li beramber Sedam Hisên netewandiye û navenda têkoşîn û berxwedaniya li beramber dagirkeran bûye. Di serî de xelkê Raperîn û tevahiya xelkê Başûrê Kurdistanê dikarin bi helwesta xwe ya netewî çarenûsa tevahiya Kurdistanê biguherînin û dawî li siyaseta qirkirinê bînin, ya partiyên siyasî dikin ne helwesta gele bêguman. Ew ji bo xwe dikin ne ji bo gel.

Yazarın diğer yazıları