Bavê Fexriya: Siwarê Gêjo, Torinê Mala Ezo, Kekê Yeho

Strana Bavê Fexriya yek ji navdartirîn stranên Kurdî ye. Hema hema li hemû herêman tê nasîn. Bi rengekî ji stranên din cudatir ‘Bavê Fexriya” her çiqasî ji aliyê naverok û agahiyên cih digirin, hin guhertin pêk hatibin jî hema hema li hemû herêman bi yek meqamî tê gotin. Stranbêjên Serhed, Mêrdîn, Xerzan, Şengal û Rûsya-Qefqasyayê herêmên din tev bi heman meqamî dibêjin.

Sêrpêhatiyeke salên 1930’î ya herêma Xerza ye. Dîroka yek ji serhildan, mehkûmî, sirgûn, hesreta welêt-çiyayê Kurdistanê û evîneke pîroz a keçeke Kurd e.

Navê rastî yê Bavê Fexriya, Sebriyê Hacî Mihemedê Mistê Quto ye. Sebrî weke yek ji pêşengên Eşîra Reşkotan tê nasîn. Ji ber serboriya Filîtê Quto, eşîra Reşkotan jî bi me re ne xerîb e. Filît û Sebrî ji heman malbatê ne, li gorî hin çavkaniyan dibe ku bira jî bin! Lê belê nasnameya wî ya di nava gel de li gorî tevahiya stranan wiha ye: “Bavê Fexriya, Siwarê Gêjo, Torinê Mala Ezo, Kekê Yeho…”

Mina girêdanên malbatî, eşîrî û neteweyî em dibînin hesp jî parçeyekî nasnameyê ye. Gelek caran nasnameya bi tenê ya siwarê xwe ye! Di gelek serpêhatî, çîrok û destanan de leheng yekser bi ´siwarî´ya hespê tê binavkirin. Memê Alan siwarê Bozê Rewan, Derwêşê Evdî siwarê Hedman e, Rustemê Zal siwarê Rexşê Belek e, Skender siwarê Bukefalos e, wekî din hesp bi serê xwe jî bûne mijarên menzûmeyan weke Beyta Hespê Reş, Menzûmeya Bozê Qer.

Di şer ên ji aliyê mitirb an dengbêjan ve hatine avakirin de jî bi taybetî leheng û fîgurên girîng ên çîrokê xwedî nasnameyeke bi pênaseya hespê xwe ne jî.

Gêjo jî mîna hespên leheng, pêşeng an mirovên Kurd ên wê demê parçeyekî girîng ê nasnameya siwarê xwe yanî ya Bavê Fexriya (Sebriyê Hacî Mihemedê Mistê Quto) ye.

Serhildan, mehkûmî û sirgûn

Eşîra Reşkotan li dij devleta Tirk radibe û serî hildide. Demeke dirêj li çiyan mîna mehkûm dimînin. Di dema mehkûmiyê de gelek caran bi hêzên dewletê re dikevine şer. Qala derketina rêya Bavê Fexriya ya ‘Tabûra Sêrtê bi sê Alayan” tê kirin.

Di hin vegotinan qal tê kirin ku di şerekî de di encama hicûma Bavê Fexriya û peyayên dora wî de leşker ji hev belav kirine top a hêzên dewletê desteser kirine. Dîsa di stranan de jî qala du caran birîndariya Bavê Fexriya tê kirin. Yek bi sê guleyên tematîkê (çeka otomatîk) e. Carekê jî ji destê xwe birîndar dibe her wiha di hin versiyonên stranê de mîna tinazpêkirin û motîvekirinê bi gotinên; “Bavê Fexriya tu mêrekî pir mêrxas î mal xirabo…/ Min digo, rojekê li te biqewime tu yê berê xwe ji tometîkê Frensewî nade alî…/ Îro sê roja ye ji ber tilîka xwe ya qerequçkê tu dinalî.”

Bavê Fexriya û peyayên eşîra Reşkotan di dawiyê de direvin Rojavayê Kurdistanê. Wê demê Suriye di bin dagirkeriya Fransayê de ye. Jixwe, di stranê de mîna “Binya Xeta Frensewî” tê pênasekirin. Sebriyê Hacî Mihemedê Mistê Quto an bi pênaseya di nava gel de Bavê Fexriya û endamên eşîrê yên pê re paşê li ber efûya Partiya Demokrat a Tirk dikevin û vedigerin cih û warê xwe.

Mîna pirraniya stranên Kurdî ev stran jî berhema evîneke mezin a jineke Kurd e. Di pirraniya versiyonan de mîna ku jina stran avêtiye ser Bavê Fexriya evîndara wî be ku berê ew diye, tê nîşandan. Lê hin çavkanî jî qala evîna qîzeke ciwan a beyî Bavê Fexriye dibînê dikin.

Di tecrûbeya guhdarîkirin, lêkolînkirin û ponijîna ser stranên Kurdî de gihiştim wê qenaatê ku stran çiqas belav dibe, yanî gelêrî bibe hevqasî jî guhertin rû didin. Yanî înformasyonên şaş, bi zanabûn an nezanî bi demê re tên guhertin. Yanî ji serpêhatî û rastiya xwe dûr qalibek derdikeve holê û formatê straneke gelêrî digire. Ji aliyekî ve baş ku mijar ji herêmîbûnê ber bi gelerîbûnê ve diçe, lê ji aliyê din ve ji rastiya xwe dûr tên nirxandin. Ji dîrok, sêrpêhatî, civakîbûn û erdnîgariya xwe dûr dikeve, formeke ‘stranî’ û bi pirranî jî mîna gotinên li ser evîneke ji rêzê têne fêm kirin. Mixabin, aliyê lêkolînî yê hunermendên Kurd jî gelekî lawaz e. Heta stranan bi xwe dibêjin jî pêwistî bi lêkolînkirina wê nabînin.

Lewra stranên mîna Bavê Fexriya ku ravekirina dîroka Kurdan in jî ji rêzê tên dîtin. Paşê jî hemû stranbêj, hunermend li derdora qalibê gelêrî yanî berhemeke tenê mîna ´stran´ tê dîtin, diçin û tên

* Vê hefteyê min hewl da serpêhatî û aliyê dîrokî yê strana Bavê Fexriya bi we re parve bikim. Hefteya bê, ez ê xwe li analîza stranê biceribînim.

Yazarın diğer yazıları