Baweriya biyanî siya dagirkeriyê ye

Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Bawerî û bîrdoziyên biyanî ne ku rê û rêbazên rast û nûjen in, ne ji ber vî aliyê xwe tên welatekî û di nava gelê wî welatî de bingehekê dibînin û belav dibin, ne jî tenê bi destên hin mîsyoneran tên. Mîsyoner tenê lewazî, nakokî û xalên girîng ên wî welatê ku wê bê dagirkirin, radigihînin serkarên xwe. Ev bîrdozî û baweriyên biyanî, bi giranî bi șûr û xwînxwariya dagirkeriyê tên, bi kotek û komkujiyan li wî welatî dihêwirin. Pergal û baweriyên berê û nirxên wan bi zanistî binpê dikin, serkariya wî welatî bi darê zorê digirin dest xwe. Berê, weke tirsekê, mîna hêzeke kotekê serdest dibin. Di dema serkariya xwe ya dagirkeriyê de hêdî hêdî bingehê mayîndebûna xwe diafirînin.

Ji ber ku dema em rasterast baweriya biyanî ya bi șûr, komkujî û destdirêjiyê hatiye welatê me, bigirin bi hêla derdorên li ser vê bingeha biyanî ping bûne, șaș tê têgîhîștin. Em mînaka dagirkirina Emêrîka Latînî bigirin, bila șûșe neșkên û cinên șaș wek rêba li ser serê me nereqisin. Spanya ne tenê bi çek û leșkerên xwe bi keșeyên xwe yên wek mîsyoner, bi încîl û pergala katolîk a tund ket Emêrîka Latîn. Xiristiyanan xwînxwariyeke wekî dema dadgehên inqusitionê anîn serê gelê çermsor. Ji êșkence û sotinê bigire hetanî parçekirinan, her kareset bi ser wan ve anîn. Niha tevahiya Emêrîka Latînî katolîk e. Her çendî niha tev de dewletên serbixwe ne jî, yekber bi serê wan keșeyên dagirker, ew keșeyên ku kal û pîrên wan kuștine, sond dixwin û ew kirine pîroziyên xwe, xasên xwe. Ev dîroka bawerî û dagirkeriya li welatê me hê xwînîntir û xedartir.

Ango bingeh û rastiya baweriyan çi dibe, bila bibe, bi çi awa û xwînxwariyê hatibe, çendî nirxên civakê binpê kiribe, bila bike, dema ev bawerî li ser xakekê û di mejiyên mirovan de rûnișt, ew aliyê wehșet û xwînxwariyan di pêvajoya salan de tê jibîrkirin, hêdî hêdî girseyên bawermendan pek tên, kesên ev komkujî û xwînxwarî pêk anîne, dibin pîroziyên xwedayî. Ti kesên wê civakê êdî naxwaze rastiya wê baweriyê, xwînxwarî û kareseta wê baweriyê aniye serê bav û kalên wî gelî, bibîhîsin. Heta kesên ku van rastiyan lêdikolin, vedikin, șirove dikin wek dijminê dîn û baweriyê tên dîtin. Hemû rê û dirb li wan tên birrîn. Mînakên vê rastiyê li welatê me pirr in. Xalid bin Welîd, kurê wî Suleyman, Weysel Qaranî û û.

Ev mijar di warê lipêmayîna pergala dagirkeriyê de jî wisa ye. Dagirkerî ji bo ku bikane li welatekî li pê bimîne, ji aliyekê ve baweriyê bi kar tîne. Mînak li welatê me bi dehan terîqet dane bicihkirin, bendê tevhevan di destê dewleta dagirker de ne. Ew van komên terîqetan û diyaneta xwe ji bo xapandin, bîra mirov korkirin û bi wî awayî bi xwe ve girêdanê, bi kar tînin. Li gel wan, pergala eșîrî, komên hevkar, komên çekdar wek cerdevanan bi kar tînin, erka wan jî ew e ku tim nakokiyan derxin, malbatekê li malbata din, eșîrekê li eșîra din sor bikin, bi vî awayî parçebûna civakê tim zindî bihêlin; bi alikariya wan pêșî li yektitiya gelê me digirin.

Di hilbijartianan de bi her awayî piștgiriyê dide eșîr û derdorên hevkarên xwe, heta fermanê dide wan ku ew li hemberê dijberên wê partiya dewletê, çekan bi kar bînin. Di vê mijara Pîrsûsê de jî serokkomarê wan bi așîkarî ferman da nûnêrê xwe, da ku çekan bi kar bînin, nakokiyan kûrtir bikin ku ew bikanin hê bi hêsanîtir bigîhîjin armancên xwe. Divê em di rastiya vê șiroveyê de li bûyerên wek Pîrsûsê binihêrin û rê nedin provokasyonên cehș û gasikên destên dagirkeran û partiyên dagirkeriyê.

Yazarın diğer yazıları