Bax û baxçeyê me ne Ava gulan ji derve tê

Li Silêmaniyê Festîvala Biharê dest pê kir û wê sê rojan dewam bike.

Li Parka Azadî ya Silêmaniyê bi pêşengiya Rêxistina Çandiniyê, Festîvala Biharê dest pê kir. Biryar e ku sê rojan ev festîval dewam bike. 50 kes û şirket bi berhemên karên dest, xwarinên Kurdî û biharatan, şitil û tiştên xemilandina nava malan û gelek berhemên din beşdarî festîvalê bûn.

Ji bajar û naçveyên din ên Herêma Kurdistanê jî beşdarî festîvalê bûn. Komîteya amadekar a festîvalê eşkere kir ku armanca wan a sereke bihêzkirina aborî û berhemên xwemalî ne.

Zana Tayib ê bi gul û giyayên xwezayî beşdarî festîvalê bûyî ji Rojnewsê re axivî û got, “Di salên 1960’î de bavê min dikana van berheman hebû. Pirranî gul û giyayên navxweyî çêdikirin. Lê, berevajî vê, niha van berheman ji derve tînin. Li welat gul û bax zêde ne, lê em ti sûdê ji wan nagirin û her ji derve tînin. Ji bo karkirina xelkê, xemsarî tê kirin.”

ROJNEWS / SILÊMANÎ

Yazarın diğer yazıları

    None Found