Bazarên li ser Rojava   –   Mihemmed SEYDÎ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê didomin. Yên ku li bendê bûn dewleta Tirk êriş neke û hîne jî li bendê ne ku ew ê rewş bi lihevkirinan çareser bibe, ew yan xwe dixapînin an jî têgihiştina wan têrê nake da ku fêhm bikin ka dewleta Tirk li pey çiye.

Emerîkayê hêzên xwe vekişandin û bi vî awayî destûra êrişê ya li ser herêmê da. Di çarçoveya mekanîzmeya ewlehiya sînor de hêza navbênkar a (Amerîka) di navbera QSD’ê û dewleta Tirk de li ser sînor nuqte ava kiribûn û bi cih bûbû, xwe ji nişkê ve vekişand. Qaşo lihevkirinek hebû û Amerîka garantor û navbênkar bû.

Ji vê lihevkirinê û pêkanîna vê mekanîzmeyê herî zêde Rûsiya aciz bû û ji bo vê xirab bike, careke din daxuyaniyên ku dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê sor bike da. Daxuyaniyên ku berê jî didan û digot Amerîka dixwaze li bakurê Sûriyê dewletokekê ji bo kurda ava bike û gotinên weke “em metirsiyên dewleta Tirk fêhm dikin” careke din dubare kir.

Jixwe her li pişt êrişên dewleta Tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê Rûsiya hebû. Ji bo Rêveberiya Xweser û hêza wê teslîm bigre, fobiya Tirk li hemberî gelê kurd ji bo xwe bi kar anî. Rewşa Efrînê jî mînaka vê yekê bû û li rojhilatê Firatê jî destê wê tê de hebû.

Li beramberî êrişa 9’ê cotmehê berxwedaneke mezin heye. Dagirker û hêzên piştgirê wan ne li benda vê bûn. Serokê Emerîkayê tiredîn Trump jî ne li bendê bû ku ew ê berxwedaneke bi vî rengî çêbibe. Heta em gotinên Trump yên ku beriya êrişan anîbû ziman û balkişandibû ser vekşîna “hêzên kurd” li Kerkûkê û gotibû; “Wê demê hinekan ji min xwestibû ez piştgiriya kurda bikim lê min nekir û me dît çawa vekşiyan.” Ew jî rast dibêje; Ger hêzên li Kerkukê li ber xwe dabana, parastin kiribana û neriviyana, ew ê îro dewleta Tirk cesaret nekiriba êrişî Rojava bike.

Piştî ku 9 roj di ser berxwedana SerêKaniyê re derbas bûn gelek dengên nerazî bilind bûn ka çima Emerîkayê rê daye dewleta Tirk êrişî Rojava bike. Li vir rêveberiya Trump jî tengav bû û şandeyeke payebilind ji şêwirmend û wezîrên xwe şand Tirkiyê ji bo ku lihevkirinekê pêk bînin. Û jê re gotin agirbest. Di esasê xwe de ew xilaskirina dewlet Tirk ji têkçûn û rezaleteke mezin bû.

Niha jî alî bi pey bazarên nû ketine. Rûsiya ji bo pîlana xwe ya ku dixwaze dewleta Tirk dûrî welatên rojava û NATO’ê bike, axa Sûriyê li hin deveran pêşkeşî wê dike. Li ser bakurê Sûriyê gelek alî di nava bazarê de ne. Mînak Rûsiya ji bo hin tawîzan ji dewleta Tirk bigre li aliyê rojavayê Firatê dikare xwe ji hin herêmên ku ew û hêzên rêjîmê niha lê bi cih bûne vekşîne û bibêje dikarî êriş bikî. Heye ku Rûsiya û dewleta Tirk bazareke bi vî awayî li ser Kobanî jî bikin. Ew jî ji bo ku dewleta Tirk bixwaze deverên Girêsipî yên dagirkirine bi Cereblûsê re bike yek ew ê bixwaze êriş bike. Heye ku Rûsiya destûra êrişê bide dewleta Tirk, ji ber ku Emerîkayê bi dewleta Tirk re gotiye êrişî Kobanê neke. Yanî ji ber ku Amerîka gotiye neke, ew ê Rûsiya destûra wê bide. Çawa ku ji destpêkê ve Rûsiya hewl dide dewleta Tirk ji bo êrişbirina ser Bakur Rojhilatê Sûrî dahf dide.

Yazarın diğer yazıları

    None Found