BDP: Em hêza xwe ji gel digrin

BDP, anî ziman ew dê bi vê siloganê xweseriya demokratîk ava bikin. Endamê Komîsyona hilbijartinê ya BDP’ê Mehmet Ayhan, anî ziman ku dê di pêvajoya hilbijartinê de ev xebata wan dê bêtir bi lez û bez bibe. Cîgirê Hevserokê Giştî yê BDP’ê û Endamê Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê Mehmet Ayhan derbarê mijarê de agahî dan. Ayhan got: “Ev siloganek pir kûr û bi wate ye. Gelê me dê xwe di nava vê siloganê de bibîne. Em bawer dikin ku li Kurdistanê gelê me dê xwe bi xwe bi rêve bibe û azad bibe. Ev ne tenê silogan e. Ev perçeyekî jiyan û felsefeya partiya me ye. Ev silogana pradîkmaya bingeha azadiyê ye.”


Em partiya gelan in

Ayhan, anî ziman ku piştî wan namzetên xwe diyar kir û bi vê siloganê derketin rê ji aliyê gel ve bertekên erênî hatin û wiha berdewam kir: “Partiyên din xebatên xwe yên hilbijartinê bi ajansên reklaman dimeşinin. Lê em xebatên xwe bi gel re dimeşinin. Em raste rast bi jiyan û civakê re têkiliyê datînin. Ev silogan a bidestxistina jiyana azad û vegera cewherê jiyanê ye. Em wekî partiyên din bi reklam û teknîkê propaganda xwe nakin. Em bi hêz û piştgiriya gelê xwe xebata xwe dimeşînin.”

Xebata hevpar

Ayhan, da zanin ku ew partiya gel in û hemû hêz û piştgiriyê ji gel digirin û bi xebata hevpar û keda kolektif xebatê dimeşînin. Em hemû pêşniyar û nerînan ji herêmê kom dikin û pêşniyar û nirxandinên gel li ber çavan digirin û dixin meriyetê. Em bi gel re raste rast di nava têkiliyê û temasê dene. Têkilî û parvekirina me her dem berdewam dike.

Em deng didin xwe

Ayhan, da zanîn ku gel BDP’ê ji partiyên din cuda dibîne û wiha axivî: “Dema hûn diçin ji welatiyan dipirsin, dibêjin em dê dengê xwe bidin xwe. Gel BDP’ê wekî xwe dibîne û xwe ji wekî BDP’ê dibîne. Ji ber ku BDP û gel bûye yek. Ji bo ku em pirsgirêkên civakê bi hevre çareser bikin partiya me hatiye avakirin. Hedef û armanca me, em pirsgirêk û kêşeyên civakê bi hevre û bi gel re çareser bikin. Em bêtir pêşniyar û daxwazên civakê û heremê esas digirin. Hilbijartina 30’ê Adarê dê bibe hilbijartina serkeftinê.”

AMED

Yazarın diğer yazıları

    None Found