Bê xwebûn maneya berberiyê nîne

Berberî peyvek e ku liberhevrabûna siyasî di asta eşîran de îfade dike. Yanî Du aliyên ji hev qebûl nakin li ber hev radibin. Jihevqebûlnekirina wan jî xwe disipêre hêza wan a siyasî û eskerî ya ku dikare mekanên wan ên desthilatê li hemberî hev karibe biparêze. Helbet desthilateke mezin hebe û wextekê kesek rabe û li ber rabe û xwediyê wê hêzê be yan şûna wê desthilatê bigire, yan jî qismekî mekanê wê desthilatê kontrol bike, hingê ew jî dibe berber û dikare berberiyê bike.

Ez ê îro behsa vê berberiya hanê di warê xwerû siyasî de nekim. Hêzên Kurd hene ku li Bakurê Kurdistanê berberiya dewleta Tirk di warê eskerî û siyasî de bêhtirî 40 salan bê navber kirin. Va ye PKK wê 41 salan li dûv xwe bihêle. Di sala xwe ya 42´yan de jî berberiya xwe dewam dike. Ji ber wê ez ê berê xwe bidim aliyekî heyatî yê din ê “berberiyê”. Heger em ji bo berberiyê weke mefhûma sereke desthilatê bibînin, bivênevê meydanên desthilatê wê bên bîra me. Li Bakurê Kurdistanê ev meydanên hanê yên desthilata dewletê erdê dagirkirî, desthilata eskerî, siyasî û ya civakî û çandî (xasma di warê perwerde û zimên de) ne.

Ji van meydanên desthilatê ez ê berê xwe bidim a civakî û çandî û li peyva berberiyê vegerim. Beriya bi 40 salan û jixwe piştî darbeya eskerî ya 1980´yî bi awayekî xarberdanê dewleta Tirk ji bo desthilata civakî û çandî misoger bike, kampanyayên fêrkirina Tirkî, merasîmên “modernîzma komarê” û ayîn û merasîmên hunerî yên vê modernîzmê li Kurdistanê bi serweriya zimanê Tirkî cîbicî bike. Piştî darbeya eskerî ya 1980´yî, li vê aliyekî din jî zêde kir: li meydana ayînî ya Misilmaniya Kurdî jî ziman û zêhniyeta Tirkî ferz bike. Yanî komara modern ji bo ferzkirina desthilata xwe dikare dîn û ayînê jî bi kar bîne. Ev kir û li gelek deverên Bakurê Kurdistanê bire serî jî.

Em li peyva berberiyê vegerin; beriya bi 40 salan asta peyivîna Kurdî, jiyana kurdewarî bi çand û civaka xwe ewqasî xurt bû ku dikarî berberiya hêza desthilata Enqerê di van waran de bike. Piştî bi 40 salan di warê bîreweriya siyasî li Bakurê Kurdistanê de civak hîna dikare berberiya dewleta Tirk bike, lê ne di warê ziman û çanda kurdewarî de, di warê îradeya siyasî de ew dikare vê bike.

Li vir ya xwe dide der nakokiyeke esasî ya sedemên têkoşînê, yan jî di çarçoveya vê gotara me de, kulwarên berberiyê guherî ne. Gelo îradeya siyasî wê çiqasî din karibe bêyî ku mekanek ji Kurdî û çanda kurdewarî re hebe, xwe weke berberiyeke antîkolonyal li ser piyan bigire û dewam bike? Yanî bêyî mekanekî ku lê Kurdî û çanda kurdewarî li ser piyan be, esasê têkoşînê wê karibe çiqasî din bibe hebûn û xwebûna Kurdan? Lêvegerandina li xwediyên van herdu pirsan jî ji bo têkoşîna em behsa wê dikin, heyatî ye. Yanî ev şer û têkoşîna hanê wê ji bo çi be, heger mekanekî hebûn û xwebûna Kurdan êdî nebe yan jî li ber nemanê be? Ev pirsa hanê ez ji neçarî dipirsim, ji ber ku ji aktorên siyasî, civakî û çandî yên Kurd nehat ku mekanekî hevgirtî yê xwebûn û hebûna Kurdan misoger bikin. Heger ev aktorên hanê bi rastî dixwazin mekanekî wisa misoger bikin, ji bo vê bîreweriyê çawa ava dikin? Heger naxwazin mekanekî wisa misoger bikin, armanca têkoşînê wê çibe? Ev pirs gelekî muhim in û divê hem aktorên siyasî yên Kurd (weke PKK, TEV-DEM û yên din) û tifaqên wan (weke HDP, MSD û yên din) û hem aktorên civakî û çandî (weke sendîka, komeleyên ziman, weqf, çapemenî û yên din) ji xwe bikin. Beriya bi 17, 18 salan xwendekarên Kurd ên li zanîngehên Tirkiyeyê ev pirs ji xwe kirin û biryar dan ku ji bo Kurdî têkoşîneke hevgirtî û berfireh bimeşînin û ji bo wê mekanekî ava û misoger bikin. Biryareke bi heman rengî li ber aktorên siyasî, civakî û çandî yên roja me ya îro ye jî. Ez pê re me em wan teşwîq bikin, lazim be jî zorê li wan bikin. Bê hebûn û bê xwebûn bi ya min wê ti maneya berberiya me nebe.       

Yazarın diğer yazıları